Li navçeya Başkaleyê ya Vanê ji bo 308 xwendekarên ku neketin Azmûna Hevpar ya Derbasbûna Dibistana Navîn, ezmûna mazeretê kirin. Xwendekarek tenê kete ezmûnê.
Wezareta Perwerdeya Netewî ji bo 45 hezar û 984 xwendekarên pola 8emîn en ku neketine Azmûna Hevpar ya Derbasbûna Dibistana Navîn cara ewil ezmûna mazeretê kir.
Li navçeya Başkaleyê di rûniştinên roja yekem û duyem de bi tenê xwendekarek kete ezmûnê.
Li navçeyê ji bo şemî û yekşemê di Dibistana Komarê ya Başkaleyê de 35 mamoste hatin peywirdarkirin. Tenê xwendekarê bi navê Mazlum Işik beşdarî azmûnê bû. Ji 17 polan, 16 pol vala man.