Selma Kasap
04 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2021
Wezareta Perwerdeya Neteweyî bi rêya TRT EBA, EBA û dersên zindî di 21ê tebaxa 2020î da ji dûr va perwerde da destpêkirin û perwerde ji ber tevdîrên Kovîd-19ê carinan ji dûr va carinan rûbirû hat kirin.
Di dawiya sala perwerde û hîndekariyê ya 2020-2021ê da wezaretê ji 18ê hezîranê pê va karne û belgeyên serkeftinê yên xwendekarên hemû qedemeyan ji ser e-Okulê weşand. Wezaretê ji 21ê hezîranê pê va seba xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî û dibistana navîn li gor pêdiviyên xwendekaran di qadên akademîk, fîzîksel, civakî hestiyarî, çandî û sportîf da çalakî li dar xistin.
Piştî kutabûna ezmûnên berpirsiyariyê, bernameya "Di Telafiyê da Ez jî Heme" ku beşa betlaneya havînê ya Bernameya Piştgiriya Neteweyî (UDEP) ye û wê saş û nîvekê dewam bike, wê di navbera 5ê tîrmehê-31ê tebaxê da were kirin.
Xwendekar di vê pêvajoyê da wê bikaribin ji tesîs û navendên wezaretên Malbat û Xizmetên Civakî, Ciwanî û Spor, Çand û Turîzm, Tenduristî û Karên Navxweyî sûd werbigirin.
Bername mecbûrî nîne û di bernameyê da seba xwendekar, mamoste û dê û bavên xwendekaran fealiyetên perwerdeyê hene.