Elif Orhan
14 Mijdar 2019•Rojanekirin: 19 Mijdar 2019
Mamosteyên ku li Mûşê dixebitin ji bo ku xwendekarên keç ên ku ji ber sedemên cuda nikarin dewamê mektebê bikin xwendina xwe dewam bikin derî derî digerin.
Mamosteyên li Dibistana Navîn a Herêma Leylî ya Bajaroka Konukbeklerê peywirdar ji bo xwendekarên keç ên ku bêdewamiyê dikin û nayê mektebê perwerdeya xwe bidomînin dixebitin.
Mamoste di vê çarçoveyê da li gundên li ser bajarokê digerin û ji bo ku zarokên xwe dîsa bişînin mektebê malbatan ziyaret dikin.
Mamosteyên ji bo ku hemû xwendekar dewamê dibistanê bikin hewl didin piştgirî dan ku 15 xwendekarên keç dîsa dewamê mektebê bikin.
Midûrê Dibistanê Recep Argun daxuyaniyek da rojnamevanan û got tesbît kirin ku hin xwendekar demên dawîn nayên mektebê.
Argun diyar kir ji bo ku xwendekar dewamê mektebê bikin ji mamosteyan ekîbek ava kirin û wiha axivî: "Bi saya ziyaretên malbatan ên hevalên me heta niha 12 xwendekar dîsa vegeriyan mektebê. Bi xebata îro hat kirin jî me malbata 3 xwendekarên keç jî qanî kirin. Bi tevahî 15 xwendekarên me yên keç dê dewamê mektebê bikin. Heta em bigihêjin hemû xwendekarên xwe di xebatên me bidomin."
Mamosteya polê Nevîn Karacayê jî da zanîn ku di ziyaretên malan da hewl didin ku weliyan qanî bikin û wiha axivî: "Em ji dil dixwazin ku xebat dewam bikin. Ez wisa bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Hêviya min ew e ku li tu derê Tirkiyeyê xwendekarên keç ên ku naçin mektebê û ji van derfetan sûd wernagirin nemînin."
Ji xwendekarên ku dê dewamê mektebê bikin Fatma Yalçinkayayê jî diyar kir jib o ku dê bigihêje hevalên xwe kêfxweş e û spasiya mamosteyên xwe kir.