10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê midûr û mamosteyên dibistana seratayî û navîn a Îstîklalê dibistanê boyax dikin.
Midûrê Dibistanê Ozhan Ozyer daxuyand ku armanca wan zarok li cihekê paqij û baş perwedeyê bibînin û ji ber vê yekê çî ji destê wan bê ew ê bikin. Ozyar got ku demên vala ew tên dibistanê û ligel mamosteyan dîwarên dibistanê boyax dikin.

Ji mamosteyan Eşref Demîr got ku wan dît ku dîwarên dibistanê îxtîyaca boyaxê heye wan biryar da ku ew boyax bikin.
Mamoste Fatma Îçalanê jî got ku ew bi xwebexşî dibistanê boyax dikin û wiha peyîvî: "Wextê me heye. Me jî got em dibistana xwe boyax bikin. Em bi xwebexşî dixebitin hem jî ji bo zarokan dibîn mînak."