Sevim Hatun
26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ANKARA
Pirs û bersivên ezmûnên LYS-2 û LYS-5 yên duh hatin kirin û yên ezmûna LYS-3 ya îro hat kirin li ser malpera Navenda Pîvandin Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) hatin weşandin.
Pirs û bersivên ezmûna zanistên fenê LYS-2, ezmûna zimanê biyanî LYS-5 û beşa edebiyat û cografyayê LYS-3yê saet 16.30an da li ser malpera OSYMyê hatin weşandin.
Li ser malpera OSYMyê hat bibîrxistin ku bêyî destûra nivîskî ya saziyê belavkirin, zêdekirin û çapkirina pirs û bersivên LYS-2016an qedexe ye.