İbrahim Atmaca
30 Adar 2020•Rojanekirin: 31 Adar 2020
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk daxuyand, serlêdanên ezmûna navendî ya di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da ku wê di 7ê hezîranê da were kirin, wê otomatîk werin kirin.
Wezîr Selçuk li ser Twitterê der heqê ezmûna navendî a di çarçoveya LGSyê da daxuyanî da.
Selçuk wiha got, "Em ê serlêdanên LGSya 7ê hezîrana 2020î otomatîk bikin. Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji bo ku kar û barên serlêdanê ji dûr va werin kirin, me binesaziya ku hewce dikir, amade kir. Weke par em ê klavuza ezmûnê di 3yê nîsanê da biweşînin. Her tişt tê plankirin û kirin."