01 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ANKARA
Di çarçoveya tayîna ewil, tayîna jinûva û tayîna di navbera dezgehan da li gorî pêdiviya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji sibê şûnde dê serîlêdana tayînkirina 30 hezar kadroyên mamosteyan dest pê bike û di 8ê sibatê da bi dawî bibe.
Namzedên ku dê cara ewil tayîna wan ji bo dezgeheke girêdayî MEBê were kirin, divê ji Azmûna Bijartina Personelê Qamûyê (KPSS) ya 2015an 50 pûan an jî ji 50 pûanî jor pûanek wergirtibe. Ji bo mamostetiya tirkî, matemetîka dibistana seretayî, zanistên fenê/fen û teknolojî, pêzanînên civakî, ziman û wêjeya tirkî, dîrok, erdnîgarî, matematîk (lîse), fîzîk, kîmya, biyolojî, çanda dîn û pêzanîna exlaqê, zimanê biyanî (almanî, îngilizî, kurdî), mamostetiya rehberiyê û ya dibistana seretayî pûanê "KPSS121"ê û ji bo beşên din jî pûanê "KPSS10" ê hewce dike.
Namzed dê cureya tayînê ya li gorî xwe hilbijêrin û ji ser adresa "http://mebbis.meb.gov.tr" û "http://ikgm.meb.gov.tr"yê "Forma Serîlêdana Elektronîk" dagirin û serîlêdana xwe çêbikin.
Kesên ku di ewraq da tehrîfatê bikin dê serîlêdana wan were betalkirin.