Haydar Şahin
19 Adar 2020•Rojanekirin: 20 Adar 2020
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk diyar kir ku ji ber îtimala dirêjkirina tevdîrên ji bo vîrusa koronayê hemû amadehî kirin û wiha pê da çû: "Li ser meseleyê em bêjin ku heyama perwerdeyê bi tevahî hat temamkirin, vê wekî îhtimal dibêjim, wezîfeya me ew e ku hemû amadehiyên ji bo vê temam bikin, van karan gav bi gav bikin."
Wezîr Selçuk beşdarî Meseya Edîtoran a AAyê bû, pirsên li ser rojevê bersivand û rojev nirxand.
Civîna Maseya Edîtorên AAyê di saet 11.00î da dest pê kir û Selçuk di civînê da pirsên li ser rojeva perwerdeyê hatin kirin bersivand û li ser mijarên dihatin meraqkirin axivî.
Wezîr Selçuk li ser pirsa ji bo tetîlkirina xwendingehan wiha got: "Ji bo dirêjkirin an jî dirêjnekirina vê pêvajoyê amadehî û senaryoyên me hene. Hemû welatî bira ewle bin, em ê her tim hiqûqa zarok û xwendekarên xwe biparêzin. Bi perwerdeya li ser televizyonê perwerdeyeke tam nayê dayîn em vê dibînin û mecbûr in tevdîran hildin. Hefteya duyan tetîl nîne ji dûr va perwerde heye. Dirêjkirina an dirêjnekirin ew ê bi biryara Lijneya Zanistê were dayîn."
- Em ê ezmûnan ji dersên rûbirû hatin dayîn bikin
Selçuk pêvajoya tevdîran nirxand û der barê ezmûn û navenroka ezmûnan da wiha pê da çû: "Xwendekaran rûbirû çi perwerde sitandibin naveroka ezmûnan jî dê ew be. Ji duh pê va 900 milyon xwendekar li dibistanê nînin. Li hemû dinyayê nêzî milyarekî xwendekar naçin dibistanê. Ev jimar wê zêde bibe. Perwerdeya em li ser televizyonê bidin ew ê di heman demê da bi mijarên berê ra û perwerdeya rûbirû ra eleqedar be."
Wezîr Selçuk ji bo dirêjkirina wextê perwerdeya ji dûr va wiha axivî: "Ji bo dirêjkirina an dirêjnekirina tetîla xwendingehan amadehî û senaryoyên me hene. Ji bo perwerdeya ji dûr va hemû ekîb, naverok û qeyd hatin temamkirin.
Me ew bername amade kir ku qursên temamkirina kêmasiyan, ji bo telafiyên ku vîrus bû sedem, verast dike. Vê gavê navenda perwerdeya me ya dûrva têlevîzyon e, lewra ji bo gihîştina înternetê hin sînordarkirin hene. Dersên perwerdeya ji dûr va ew ê duşemê di saet 09.00an da dest pê bike. Ders wek dibistanê 40 deqîqe nînin, wê 20 deqîqe bin. Nexasim ji bo zarokên ku di sala azmûnê da ne, xebatên me yên ekstra hene. Bo nimûne polên sanal."
- "Dibistan û lîse cuda ne"
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got dibe ku hin zarok negihêjin dersan an jî dersê tam guhdar nekin ji bo wan zarokan jî amadehî kirin û wiha pê da çû: "Em bêjin zarokan temaşe nekir û ders çû. Saetên dubarekirinê hene. Dibistan û lîse cuda ne. Ev hemû amade ne. Teqwîma polên sanal, kêngî û li kîjan bajarî dê di kîjan saetê da vebe, ev hemû amade ne û dê bên weşandin."
- Rewşa ezmûnan
Selçuk got ku ji bo demên ezmûnan jî amadehî kirin û wiha axivî: "Nika di destê me da 3 paketê ezmûnan hene. Ev amade ne, dema ez bêjim '5 deqîqe şûnda bikin', dikarin bikin. Heke şertên tenduristiyê li me ferz bike, dibe ku LGS û YKS werin taloqkirin. Li gor min divê neyê taloqkirin, di demê da were kirin."
Wezîr Selçuk perwerdeya ji dûr va nirxand û wiha got: "Li dinyayê vî karî herî baş Çîn dike, ji dû Çînê ra em tên. Em ji welatên nadir yek in ku vê xebatê li tevahiya welatê xwe dikin. Hûrgiliyên der barê kanala televizyonê da ew ê li ser hemû televizyonan, di xeberan da werin weşandin. Nika tê belavkirin. Ji bo xwendekarên me yên xwendingehên taybet jî em ê di 23ê adarê da bernameya piştgiriya akademîk vekin."
- "Mamosteyan bi dildarî amade kir"
Selçuk diyar kir ku ji bo perwerdeya ji dûr va mamosteyên wan bi dildarî xebitîn û wiha pê da çû: "Dersên lazim dikin di televizyonê da bidin bi destê mamosteyên bi dildarî hatin amadekirin. Li navendê studyo û xwendingehên hatin tesbîtkirin mamosteyên me kom kom dixebitin, weşana testê dikin. Dawiya vê hefteyê naveroka ji bo televizyonê ew ê ji bo EBAyê were amadekirin. Em nabêjin ku 'Em ê ji dersên ku hûn di têlevîzyonê da temaşe dikin, we têxin ezmûnê'. Derdê me kontrolkirin nîne, derdê me ezmûn jî nîne. Derdê me perwerde ye.
Divê mîna polê be. Mirov dikare maseyekî dayne û li ser rûnê, şûna ku mirov rihet tevbigere, xwarin û vexwarinê dayne ber xwe, divê wekî ku di polê da ye, mirov tevbigere. Bernameya me ya salane seba îsal li dar nîne. Ya ku li dar e pakêteke telafiyê ye ku em li bendê ne xwendekarên me di dawiya salê da bigihêjin cihên ku em dixwazin."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir ku li ser piştgiriya derûniyê jî dixebitin û wiha axivî: "Pakêta me ya piştgiriya psîkososyal ew ê di nav 2 rojan da were eşkerekirin."