ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê pergala ezmûnan da wiha got: "Mesele ew nîne ku asta zarokan tesbît bikin, armanc tesbîtkirina asta pergalê ye."
Selçuk li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir heger meseleya perwerdeyê ya Tirkiyeyê bikin rêyekê karê wan bi temamî naqede û wiha got: "Karê me wê çaxê dest pê dike. Bi meneya mecazî heger em ji rewşa xirab derkevin ku paşê derfet û îmkan çêbe da ku em dijî dinyayê hewl bidin."
Selçuk diyar kir duh mînakên pirsên ezmûna LGSyê weşandine û got em ê her meh biweşînin ku ji kîjan dersê pirsên çawa derdikevin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê bicîbûna xwendekaran ya di lîseyan da destnîşan kir mesele derbasbûna astekê nîne, mesele heyat û pêşeroja zarokan e û got heger em tenê nav, rêbaz û teknîka ezmûnê biguherînin jî em pêşva naçin.
Ziya Selçuk destnîşan kir ferqa di navbera dibistanên ku derfetên wan baş in û yên ku derfetên wan baş nînin da zehf zêde ye û got di navbera îmkanên dibistanên me da ji sedî 60î zêdetir ferq heye.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir cara ewil e bi felsefe, teorî, rêbaz û teknîkê va bi awayekî giştî hewl didin ku pergala perwerdeyê bê guherandin.
Selçuk der barê ezmûna LGSyê da destnîşan kir dixwazin piştî demekê hejmara dibistanên ku bi ezmûnê xwendekaran hildidin kêm bikin û got sala were wê kêm be, lê di nav 3 salan da wê ji sedî 40 kêm bibe.
Ziya Selçuk der heqê pergala ezmûnan da destnîşan kir mesele ew nîne ku asta zarokan tesbît bikin, armanc tesbîtkirina asta pergalê ye.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk ji bona Qanûna Meslekî ya Mamosteyan wiha axivî: "Mamoste di nav 657ê da asê bûne. Ji bona wan bi taybetî qanûn tuneye. Divê tayînkirin, meseleya disîplînê, kariyer, tezmînat û tiştên din taybet bin."
Selçuk ji bona tabloya îlawe ya 3600î da destnîşan kir der heqê vê mijarê da wê 24ê Mijdarê di Roja Mamosteyan da xeberekê parve bikin.
Ziya Selçuk der barê pergala teşwîqê ya mamosteyan da diyar kir "quriş bi quriş" tên hesabkirin û xebatên sîmulasyonê hatine kirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir saetên dersan wê zêde kêm nebin, lê wê cureyên dersan kêm bibin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir tenefûs dersa herî girîng e û wiha got: "Lewra zarok di tenefûsê da gelek tiştan fêr dibin, parve dikin, hev nas dikin û fêr dibin ku wê pirsgirêkên xwe çawa çareser bikin."
Ziya Selçuk destnîşan kir dibistana seretayî di 5 salî da dest pê nake û got divê em vê cardin serast bikin, sala bê wê guherîn çêbe.
Selçuk der barê xebatên ku pêşdibistan di nav perwerdeya mecbûrî da cî bigire da wiha axivî: "Ev proja di sala 3yan da wê dest pê bike. Em nikarin zû bidin destpêkirin, binesaziya me tuneye."
Ziya Selçuk destnîşan kir li bendê ne ku xebatên ji bo başkirina mehaneya mamosteyên peretî ji serê salê pê va têkevin rewacê.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir ji bo lîseyên meslekê testa ceribandinê ya giştî amade dikin.
Selçuk der barê biryara Dadgeha Şêwrê ya li ser 'sonda xwendekaran' da wiha peyivî: "Pêvajoya hiqûqî dewam dike. Niha hewce nake li vir rûnim û bibêjim 'Ev wiha ye û filan û bêvan e.' Ev li tebîeta min nayê û menfeeta perwerdeyê jî tê da tuneye. Ez tenê dibêjim ev pêvajoyeke hiqûqî ye."
Ziya Şelçuk diyar kir heyameke zehf taybet dest pê dike ku wê perwerdeya meslekî û teknîkî derxin pêş û cudakariya pozîtîf bikin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir mamosteyên bipeyman û yên ku di 2016an da hatine wezîfedarkirin wexta çar sal temam bû wekî mamosteyên bikadro dikarin tayîna xwe bixwazin yan jî hin heqên din bistînin.
Selçuk diyar kir jiholêrakirina dersxaneyê teehhuda wan e û got dema vê dikin em ê firsendê bidin zarokan ku bi mamosteyên herî baş ên Tirkiyeyê ra bixebitin.
Ziya Selçuk diyar kir mijara 16 dersan wê kêm bibe û got belkî wê nêvî nêvî kêm bibe.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir PISA û TIMMS çawa tên kirin ew jî dixwazin heman tiştî ji bona welatê xwe jî bikin.
Selçuk destnîşan kir îmtihana zanîngehê ew e ku agahiyên li zanîngehê lazim dikin dipîve û got dibê di demekê da em werin ser vê.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê dibistanên Îmam Xetîbê da wiha peyivî: "Ez naxwazim însanên me pêwîstiya xwe ya mixalefetê di ser zarokan da bikin. Nîqaşên 'Ev zarok û filan zarok' li gorî qerekterê min nîne."
Selçuk destnîşan kir di perwerdeya zimanê biyanî da wexta heman rêbaz li ser her kesî bê sepandin serkeftin çênabe û wiha got: "Ji me ra teknîka hîkayekirin, çêkirina projeyan, bi saya şanoyê fêrbûna zimanê biyanî lazim e ku divê gorî temenê be. Ji me ra guherîna stratejiyê lazim e."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir aliyê herî xurt ê belgeya vîzyonê ew e ku fîzîbîlîteya hemû tiştên di vir da nivîsî hatiye kirin û wiha axivî: "Pereyê vê heye, projeya vê heye, îradeya siyasî ya vê heye. Ji bo vê pesendkirina civakê ya ku heta niha qet tunebû jî êdî heye."
Selçuk destnîşan kir di nav 2 salên pêş me da 5 û yan jî 6 zimanên biyanî ji bo bên hînkirin li dibistanên cihê yên Tirkiyeyê wekî pîlot wê bên dayîn.
Ziya Selçuk diyar kir di heyama pêş me da ev teşwîqên ji bo hînkirina taybet tên dayîn wê neyên dayîn û me ev berê jî îlan kiribû.
Selçuk destnîşan kir di perwerdehiya pîşeyî da sala pêş me wê derbasî modela moduler dibin û di wê qadê da gelek tişt li ber destê me amade ne.
Ziya Selçuk diyar kir budçeya pêşvebirina dibistanê ji bo her dibistanê wê wek standart neyê dayîn, li ser endekseke ku gorî hewcedariyê ye wê bê parvekirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî destnîşan kir ji bo mijara tecîlkirina eskeriya xortên li lîseyên pîşeyê dixwînin avantajekê bi dest bixin, hewl didin.