TUNCELÎ
Boztug daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Zanîngeha Tunceliyê di sala 2008an de hat avakirin û ew jî wê salê di meha îlonê de ji bo rektoriyê hat tayînkirin.
Boztug dest nîşan kir ku dema wek rektor hat tayînkirin tenê Fakulteyên Zanistên Kargêriyê û Berhemên avî, Dibistana bilind a Pîşeyê ya Tunceliyê û Enstîtûyên Zanistên Fenî û Zanistên Civakî yên ku ji Zanîngeha Firatê dewrî wan kiribûn, hebûn. Boztug got ku piştî dest bi kar kir, bi hevalên xwe yên kar re ewil misyona zanîngehê, piştre jî vîzyona wê diyar kirin.
Boztug got ku wê serdemê ji bo zanîngehê 3 erk diyar kirin û wiha axivî:
"Ji van erkan ya ewilîn ev bû ku xebatên Ar-Ge û perwerdeyê yên ku hem di qada neteweyî de hem jî di qada navneteweyî de xweîspatkirinê, bikin. Ya duyem; zanîngeheke ku cînarên welat yên rojhilat û başûrê rojhilat re têkiliyên çandî, zanistî û perwerdeya teknîkî daynin û bi wan deran re guherîna xwendekar û hîndekaran bikin. Ya sêyem jî ew bû ku em bikarin bibin zanîngeheke ku çareseriyan ji pirsgirêkên herêmê re bibîne, bi pêşnûmayên Ar-Geyê piştgiriya muteşebîsên herêmê bike, muteşebîsên herêmê teşwîqê hilberînê û veberhênanê bike."
Boztug got ku ji bo vîzyona zanîngehê jî 5 qadên wek vejen, xurek, av, hawir û pirsgirêkên mirovî û civakî tespît kirin.
Boztug got ku ev 5 qad bi awayekî ber bi çav diyar kirine û bi bîr xist ku cara ewil li zanîngeha wan "Navenda Lêkolîn û Sepanên Elewîtiyê" vekirin û ji bo serokatiyê Pîrekî Elewî tayin kirin.
Boztug got ku dersa kirmanckî û kurmancî wek dersên bijarte didin xwendevanên pêşlîsans û lîsansê. Ji bo dahatûyê di şûna dersdayinê de fikra ku em perwerdeya kesên dê hîndekariya van dersan bidin derket holê. Boztug dest nîşan kir ku ji bo vê yekê jî di Fakulteya Edebiyatê de Beşa Wêje û Zimanên Rojhilatî ava kirin.
Boztug got beşên Ziman û Wêjeyên kurmancî û kirmanckî û erebî yên di bin banê vê beşê de ji hêla YOKê ve hat pejirandin. Ji bo kirmanckî me 3 hîndekarên elewî îstihdam kir û 44 xwendekar girtin. Ji bo kurmancî jî em difikirin ku ji zanîngehên Kurdistana Iraqa Federal kesên ku bi tîpên latinî perwerde dîtibin an doktora kiribin, bigirin. Ji bo erebî jî emê bi Zanîngeha Jordonê ya Ûrdûnê re, bikevin têkiliyê.
Boztug got ku dê pirtûkên dersên kirmanckî û kurmancî ji hêla zanîngehên Bingol û Tunceliyê ve bi xebateke hevpar bên amadekirin. Boztug dest nîşan kir ku ji bo pirtûkên kirmanckî yên dersa bijarte dê xebatê bikin. Ev xebat ji bo zanîngehake 4 salî serfiraziyek e.
Boztug got ku "Midûriyeta Navenda Lêkolîn û Sepanên Pirsgirêkên Civakî û Mirovî" ya ku ji bo herêmê gelek girîng e, ava kirin. Ji bo serokatiya navendê Alî Kemal Ozcanê ku li Îngilîstanê doktora kiriye anîn. Boztug got ku A. K. Ozcan ji tîrmeha 2010an heta niha di bin qontrola rektoriya me de bi hikûmetê re li ser çareseriyê diaxive. Şikir ku me ev rojana jî dîtin.
Boztug dest nîşan kir dixwazin ku ne tenê Tunceliyê, li rojhilat û başûrê rojhilata Anaduluyê jî bibin zanîngeheke herêmî. Boztug wiha got:
"Me ev yek bi pojeyên xwe yên neteweyî, navneteweyî û bi hevkariyên perwerdeyê îspat kiriye. Di sala 2008an de li zanîngeha me 200 xwendevan hebûn, niha 5 hezar 200 xwendevan hene. Di sala 2008an de 30 personel hebûn, niha 800 personel hene. Di sala 2008an de 4 hezar metreqare cihên sergirtî hebûn, niha 30 hezar metreqare cihên sergirtî hene. Çêkirina kampûsa me ya 150 hezar metreqareyî ji hêla TOKÎyê ve didome. Armanca me ew e ku em îsal derbasî qadeke 60 hezar metreqareyî bibin. Di perwerdeya 2014 û 2015an de armanca me ew e ku hejmara xwedevanên me bibe 10 hezar û hejamara personelan jî bibe hezar û 500. Zanîngeha Tunceliyê di nav 9 zanîngehên ku li herêmên rojhilat û başûrê rojhilat hatine avakirin de, ji hêla tercîhkirin û tijîbûna bernameyan ve di rêza yekem de ye. Emê wek Zaningeha Tunceliyê xizmetên xwe bidomînin.