ELAZIG
Fakulta Endezyariyê ya Zanîngeha Firatê di nav lîsteya ku fakultên endezyariyê rêz kiribûn de, bû 6mîn.
Di lîsteyê de 125 fakulteyên endezyariyê yên Tirkiyeyê cih girt.
Rektorê ZFê Prof. Dr. Kutbeddin Demirdag daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku wek zanîngeh serkeftina wan her diçe zêde dibe û di her qada nû de serkeftinan bi dest dixin.
Demîrdag wiha axivî: "Zanîngeha Firatê di qada endezyariyê de bi ODTU, ÎTU, Zanîngeha Gaziyê, Zanîngeha Egeyê û Zanîngeha Yildiz Teknîkê re di nav pêşbaziyê de ye. Ji ber vê serkeftinê spasiyên xwe pêşkeşî hemû akademîsyenên ku di fakulteya endezyariyê de dixebitin, dikim."
Demîrdag diyar kir ku divê xwendekar beriya tercîhên xwe der barê zanîngehan de lêkolînên baş bikin. Demîrdag destnîşan kir ku li gor encamên lêkolîna URAPê, ZFê di nav 168 zanîngehên li Tirkiyeyê wek zanîngeh di rêza 12mîn de ne.
Demîrdag ragihand ku zanîngeha wan di zanistên civakî de 13mîn, di ziraet û hawirê de 16mîn, di zanistên jînê de 17mîn û zanistên tibê de jî rêza 25mîn de cih digire.