Haydar Şahin
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Li Îranê piştî mirina Mehsa Emîniyê xwepêşandinan dest pê kir û di roja 16em da li gelek bajarên welêt dewam kir.
Piştî ku protesto du rojan kêm bûn, bi vebûna zanîngehan ra roja şemiyê cardin zêde bûn û yekşemê jî Tehran di serî da li gelek bajaran xwepêşandin hatin kirin.
Qerebalixa ku li ser kolana Şerîatî ya Tehranê civiya, dijî rêvebiriyê duruşme berz kirin û demekê rê ji çûyîn û hatina wesayîtan ra girt.
Nava rojê li zanîngehan protestoyan dest pê kir û hêzên asayîşê midaxaleyî wan kir. Li hin zanîngehan pevçûn derket.
Li Kirmanşah, Tehran, Meşhed, Tebrîz, Mazenderan, Kurdistan, Îsfehan, Senendec, Şîraz û li gelek zanîngehên welêt xwepêşandinên protestoyan hatin kirin.
Li gor dîmenên ser medyaya civakî, li Zanîngeha Şerîf ya li Tehranê di navbera xwepêşandêr û hêzên asayîşê da pevçûn derket.
Li gor îdiayê li zanîngehê gelek xwepêşandêr hatin binçavkirin, dibêjin dibe ku birîndar jî hebin.
Di kolana Hebîbullah da ku dertê Zanînge Şerîf, gelek wesayîtan da dû hev û bi qorneyê bertek nîşan dan.
Digel protestoyên li zanîngeh û kuçeyanî hin Îraniyan êvarê di paceyên malên xwe da duruşme berz kirin û piştgirî dan protestoyan.
Roja şemiyê li gelek zanîngehan xwendekar hatin binçavkirin. Ji bo piştgiriya van xwendekarên binçavkirî çalakiyên boykotê hatibûn kirin ku werin berdan.
Hêzên asayîşê bi telîmata darazê bi îdiaya ku "ewlehiya qamûyê dixin talûkeyê" xwepêşandêran binçav û tewqûf dikin.
Di vê çarçoveyê da li gor nûçeyên medyaya welêt xwendekar, navdar û rojnameger jî tê da nêzî 2 hezar kesan hatine binçavkirin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê daxuyandibû ku di xwepêşandinan da ji hêzên asayîşê jî wezîfedar di nav da 41 kes hatin kuştin.