Şeyma Güven
07 Îlon 2025•Rojanekirin: 08 Îlon 2025
Sala perwerde-hîndekariyê ya 2025-2026an dê sibê li hemû saziyên hîndekariya seretayî û navînî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) bi dersa ewil a bi temaya "Parastina Welatê Şîn li Dijî Şewatên Daristanan" dest pê bike.
Sala perwerde û hîndekariyê ya nû dê di hemû qedemeyan da bi qedera 18 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyî va li zêdetirî 70 hezar dibistan û 750 hezar polî dest pê bike.
Di roja ewil a dibistanê da kurtefîlma bi temaya "Her Zarokek Fîdanek e" dê ji bo zêdekirina hişmendiya beramberî daristan û şînkayiyê bê nîşandan û dê li hemû xwendekarên dibistana seretayî fîdan bên belavkirin.
Ji aliyekî din va ji bo sala perwerde-hîndekariyê ya 2025-2026an, 184 milyon û 455 hezar û 297 pirtûkên dersan bêyî ucret li xwendekarên dibistanên fermî û taybet ên girêdayî Wezaretê hatin belavkirin.