ANKARA
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Ankarayê ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî daxuyaniya çapemeniyê da. Serokbajarê Ankarayê yê HAK-PARê Haydar Cîhaner li ser navê partiya xwe daxuyaniya ku Serokê HAK-PARê Kemal Bûrkay nivîsî bû xwend. Di daxuyaniyê de li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî hat sekinandin.
Cîhaner di daxûyaniyê de dest nîşan kir ku heyama perwerdeyî û hîndekariyê ya sala 2013an û 2014an îro dest pê kir lê wekî salên berê bi milyonan zarokên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye, ji mafê perwerdehiya bi zimanê xwe sûd wernegirtin û wiha dewam kir:
"Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn a mirovî ye. Ev maf di hemû peymanên navneteweyî de jî hatiye parastin. Him ji bo bidestxistina agahiyan û him jî ji bo pêşketina kesayetiya zarokan gelek girîng e. Di destûra bingehîn ya niha de ev maf hatiye binpêkirin. Ev maf di destûra ku niha li ser dixebitin de jî ji ber lihevnekirina desthilatiyê û partiyên muxalefetê, bi cih nebû. Binpêkirina vî mafî ne li gor hiqûqa modern e û zilm e. Divê di demeke kurt de verastkirina qanûnî bê kirin û ev maf bê dayîn."
Cîhaner bal kişand ser dersa kurdî ya bijarte û wiha got: "Li Tirkiyê serjimara gelê Kurd nêzî 25 milyon e. Ji bo hînbûna zimên 2 saet têr nake, lazim e ku zarok, keç û xortên kurd perwerdehiya bi zimanê zikmakî bibînin."
Cîhaner rewşa mamosteyên ku beşa kurdî qedandine jî bilêv kir û wiha pê de çû: "500 xwendekar ji beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê mezûn bûn. Ji Zanîngeha Bîngolê jî heman mezûn hene. Di heyama pêş me de dê yên nû jî hebin. Lazim e ku dewlet wan bigre qadroyê."
Di daxuyaniyê de ji bo dayîna mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bang li hikumet, parlemento, saziyên eleqedar û endamên hîndekariyê hat kirin.