Abdullah Tel
14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
ANKARA
Di referanduma ji bo guherandina makezagonê ya 16ê nîsanê wê bê kirin da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê, Serokwezîr Bînalî Yildirim li Îzmirê, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destîcî jî wê li Enqereyê raya xwe biavêjin.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar û fermandarên hêzan jî li Enqereyê wê biçin ser sandiqên li Dibistana Seretayî ya Çankayayê hatine danîn û dengê xwe bidin.
Serokomarê 11mîn Abdullah Gul li Stenbolê û Serokomarê 10emîn Ahmet Necdet Sezer jî wê li Enqereyê raya xwe bidin.