ÛŞAK
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Ûşakê der barê rêxistina paralel û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de axivî û hin rexneyên xwe anî ziman. Erdogan wiha got "Ji okyanûsê wêde vê carê montajek dan destê Serokê Giştî yê CHPê. Serokê Giştî yê CHPê wekî zarokê ku çav bi şekiran ketiye li derûdor diçe û tê, wisa bawer dike ku dê bi wê montajê ûşakiyan bixapîne, gelê tirk bixapîne. Ev gel bi feraseta xwe tevdigere, feraseta vê gelê tu carî rû neda derewan, ez bawer dikim ku niha pê de jî nade."
Serokwezîr Erdogan li Ûşakê bangî gel kir û li ser qasetên montajkirî û saziya parelel sekinî. Serokwezîr Erdogan diyar kir ku divê mirov ji Serokê Giştî yê CHPê bipirse "ka gelo we ji bo vî gelê li kû çi kiriye, we li kû kevirek danî li ser kevirê din?" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hema gotin, gotegot, gotin, êxtî, êxtî, fitne, fitne. Niha ji okyanûsê wêde takiye heye, derew hene. Rojên berê, 3-4 roj beriya niha we guhdarkirinên ku ketin rojnameyan bihîst ne wisa? Ji bilî xwe guhdariya her kesê kirine. Guhdariya siyasetmedar, akademisyen, karsaz, wezîran kirine. Însaf el însaf... Vana jî inkar dikin, tu çi inkar dikî, êdî her tişt li meydanê ye."
Serokwezîr Erdogan got ku dewleta paralel ez jî xapandim û diyar kir gel zekata xwe bi niyetek pak û paqij didin wan û ew jî dibêjin 'xizmetê dikin' Xizmeta çi, halê çî, dev jê berdin. Em tên xapandin, ez bixwe jî hatim xapandin.
Erdogan li ser piştgirîdayîna Serokê Giştî yê CHPê yê ji bo van qasetên montejkirî de jî wiha got: "Serokê Giştî yê CHPê bi sextekariyek din, car din bi montajan hate meydanê. Em vê carê zehf baş dizanin ka kî wan mintajan daye destê wî. Cihekî ki bi têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê guh dide hemû Tirkiyeyê heye."
-"Hem pere didin dibistanên taybet, hem jî didin dersxaneyan"
Erdogan destnîşan kir ku saziyeke paralel bi têkiliyên xwe yên di nav hêzên ewlehiyê û darazê de ev ji 3 salan zêdetir e ku guh dide telefonên bi hezaran mirovî. Erdogan got ku di nav kesên ku tên guhdarkirin de wezîr, parlementer hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: "CHP, MHP, BDP ev hemû, partiyên siyasî hemû hene lê ew bi xwe tune ne. Birayên min aya ev ji bo çi ye, ji bo şantajê ye. Dixwazin ku bi deq û dolaban her cihê ku dixwazin bixin di bin qontrola xwe de. He lê binêrin û bînin bîra xwe ku mijara dersxaneyan derket. Çima aciz bûn, ji ber ku li wir salane milyar dolarek ranta wan heye. Teqez zarokên xwe neşinîn van dersxaneyan. Bişînin dibistanên dewletê û neşinîn cihek din ji ber ku ev dikevin canê mirov û heta xwîna mirov jî hemû dimijin. Ji niha pê de heke dê û bav bixwazin em dê dawiya hefteê dersên zêde bidin zarokên xwe, bila zarokên me li wir bikevin pêşbirkê. Li dibistanên taybet pereyan distînin pişt re diçin dersxaneyan, ev kareke çawa ye."
- "Hûn dikarin bifikirin, lobiya saziya paralel bûye parêzkarê min"
Erdogan got derket holê ku polêsên ku parêzkarên wî bûn endamên rêxistina paralel in û wiha axivî: "Endamên vê saziya paralel guh dide Serokwezîrê we. Gelo tê hişê mirov, mirov çawa bifikire, polêsa vê saziya paralel bûye parêzkarê min. Ez çawa bizanim, polêsê min, polêsê dewletê û aletên guhdarkirinê li odeya min bi cî dike. Li wir guhdariya min dike. Niha qaçax e, reviyaye. Dîsa yekê din bi heman awayî, derewên van zêde ne wî rojê di rojnameya xwe de gotine ku "nereviyaye, li Tirkiyeyê." Heke li Tirkiyeyê be bila derkeve holê. Di rojnameyên van de takiyye, êxtî, fitne fesadî û gelacî zehf e. Yê ku dikin ev e. Wezîrê min ê Vejenê ji aliyê van ve tê guhdarkirin. Wezîrê me yê Vejenê ji bo santrala nukleer, xaza sirûştî û neftê hevdîtinên gelekî xef dike, saziya paralel vana jî guhdar dike. Heta ne tenê guhdar dike wan axafitnan dişîne derveyî welêt jî."
Di navbera Serokwezîr Recep Tayîp Erdogon û cemaeta Fethulah Gulen de piştî lêpirsîna ku di 17yê çileye pêşîn destpê kir de nîqaş derket. Piştî lêpirsînê Serokwezîr Erdogan, Gulen sucdar dike û dibêje ku di saziyên dewletê de dewletek paralel ava kiriye û aligirên wî bi destûra Gulen hemû kesan guhdar dikin. Erdogan dibêje Gulen serokê dewleta paralel e kasêtên bi montaj dide serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.