ÎSTANBÛL
Enes Can/Murat Kaya - Hat diyarkirin ku der barê Bîlal Erdogan ê ku di çarçoveya lêpirsîna 25ê çileya pêşin de îfade dabû de ji bo guhdarkirin û şopandina fizîkî tu biryara dadgehe tune ye.
Hat ragihandin ku der heqê Bîlal Erdoganê ku di çarçoveya lêpirsîna 25ê çileya pêşîn de îfade dabû û Wekîltiya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ev lêpirsîn birêve dibir de ji bo guhdarkirin û şopandina fizîkî tu biryara dadgehhe tune ye.
Parêzerê Bîlal Erdogan, Ahmet Ozel ji dozgeriya ku lêpirsînê dike xwest ku ka der barê muwekîlê wî de biryara dadgehê ya ji bo şopandin û guhdarkirinê heye an na? Ozelê serî li dadgehê da û got dixwazin hîn bibin ku heke dadgehê biryarek wisa dabe kengî dawî li guhdarkirina hatiye?
Dozgeriyê jî daxwaza wan nirxand û di nivîsa xwe ya bersivê de wiha nivîsî: "Der barê Bîlal Erdogan de di çarçoveya dosyeya ku nimreya wê 2012/656 e de tu biryarên dadgehê ji bo şopandina fizikî, guhdarkirina ragihandinê û qeydkirina wan tune ye. Ji ber vê yekê biryara dawîlêanînê jî tune."
Bi vî awayî derket holê ku der barê Bîlal Erdogan de ji bo guhdarkirin û şopandina fizikî tu biryar tune ne.