DIYARBAKIR
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku welatî ji gefxwarin û tedayiyê gilîdar in û wiha got: "Di çarçoveya xebatên hilbijartinê da li Diyarbekir û navçeyên Diyarbekirê bi welatiyan ra axivîm, ji gefxwarinê gilîdar in. Piranî jî yên ku dikanên wan hene gilîdar in. Ji ber tirsa xwe jî meseleyê ji saziyên fermî ra nabêjin. Em dizanin ku gefan li gel dixwin. Li gundan jî yek bi yek tehdît dikin. HDP li rojavayê bi awayekî li rojhilatê jî bi awayekî xeber dide. Behsa aştiyê dikin, lê aştî wiha nabe."
Eker destnîşan kir ku welatiyên li herêmê ji gef û tedayiyê bêzar bûne û wiha xeberda: "Welatî ji şaredariyê jî aciz in. Xeracê ji her kesî distînin. Welatî ji me ra wiha dibêjin. Me ji bo hizûr û ewlehiya welatiyan hemû tevdîr hildan. Bira welatî netirsin ku wê bûyerên wekî 6-8ê cotmehê derkevin. Em ê destûrê nedin bûyerên wekî 6-8ê cotmehê."
Eker diyar kir ku 3 partî hatine cem hev û armanca wan koalîsyon e û wiha dewam kir: "Koalîsyonên berê îstiqrar neanîn Tirkiyeyê. Wek mayîn bê îstiqrarî zirarê dide aboriyê. Divê reform çêbin û ev jî bi destê hikûmetên koalîsyonê çênabin. Di dema koalîsyonan da Lijneya Wezîran nediciviya. Her kes tiştekî dibêje. Welatî îstiqrarê dixwazin."