ANKARA
Serokomar Erdogan: "Yasîn Boruyê 14 salî ji qatê 3yan avêtin, kêr kirin, bi erebeyê di ser ra derbas bûn û şehîd kirin. Jixwe ez ji vir ji wî ra nabêjim, mixabin bi wî ra hundir û kezeb tuneye, zereyê misqal însaf tuneye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Şaredariyê ya Berê bi xelkê Golbaşiyê ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser nîqaşên li "dîktatoriyê" û wiha got: "Ev dîktatorekî çawa ye ku her roj di rojname û televizyonan da heqaret lê tê kirin û ez ê dîktator bim. Ez dîktator bim tu dikarî çêr û sixêfan bikî! Tu rabî û heqaretê bikî ha! Li welatekî ku dîktator hebin tu nikarî wiha bikî. Demildest li îcaba wî dinihêrin. Me baweriya xwe bi demokrasiyê anî û em derketin vê rêyê. Dema em derketin vê rêyê, me ji yên ku bi îdamê gef xwarin ra wiha got, 'Em bi kefenê xwe derketine vê rêyê.' "
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Nika zarokekî wan ê bedew heye, hûn dizanin. Ev zarokê bedew gazî welatiyên min ên kurd nekir ku derkevin kuçe û kolanan? Gazî kir û mixabin wê rojê 50 welatiyên min mirin an nemirin? Mirin. Yên ku mirin kurd nebûn? Yên ku kuştin jî kurd bûn. Yasîn Boruyê 14 salî ji qatê 3yan avêtin, kêr kirin, bi erebeyê di ser ra derbas bûn û şehîd kirin. Jixwe ez ji vir ji wî ra nabêjim, mixabin bi wî ra hundir û kezeb tuneye, zereyê misqal însaf tuneye. Ez bangî rewşenbîran dikim, hûn ê bi van kesên ku qetlîamê kirin ra bin an na?"
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Ez bangî birayên xwe yên kurd dikim. Ey birayên min ên kurd, ev ji we hez nakin. Ev tenê we îstismar dikin. Em ji we hez dikin. Ne ji bo ku hûn kurd in, em ji bo Xwedê hez dikin. Ji ber ku hûn jî evdê Xwedê ne em ji we hez dikin."