Ahmet Aydın
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu digel namzedê serokomariyê yê partiya xwe Muharrem Înce civiya.
Civîna ku li Otêla JW Marriottê ji çapemeniyê re girtî bi rê ve çû Kiliçdaroglu û Înce bi hev re şîv xwarin.
Hat hînbûn ku Civînê 3 seatan ajotiye û di ketin û derketina otêlê de Kiliçdaroglu û Înce herdukan deriyê pişt ê otêlê bikaranîn.
Herwiha hat hînbûn jî ku Kiliçdaroglu û Înce derbarê encamên hilbijartina 24ê hezîranê de nirxandin kirine û li ser mijarên navxweyî yên partiyê axivîne.