Fatih Gazioğlu
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
ANKARA
Arîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevkê Partiyê Bulent Tezcan got ku "Serokê me yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Înce li xwarineke taybet hatin bal hev. Li ser hin mijarên ku di vê hevdîtinê de hatibûn axaftin hin tişt tên gotin û peyamên xelet tên dayîn. Ev helwesteke ne baş e û dijî nezakete siyasetê ye. Di rojeva me de tu behsa kurultayê tune ye."
Tezcan axaftina Înce nirxand û der barê gotoinên wî da daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê.
Tezcan got ku CHP analîz û nirxandinên xwe yên der barê encamên hilbijartinên 24ê hezîranê wê di lijneyên partiyê bike û wiha dewam kir:
"Piştî her hilbijartinê ev mijara kurultayê tinîne rojevê. Em û partiya me êdî ji van gotinan westiyan. Ev nîqaşane zirarê dide partiyê. Serokê me yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Înce li xwarineke taybet hatin bal hev. Li ser hin mijarên ku di vê hevdîtinê de hatibûn axaftin hin tişt tên gotin û peyamên xelet tên dayîn. Ev helwesteke ne baş e û dijî nezakete siyasetê ye. Di rojeva me de tu behsa kurultayê tune ye."
Ji aliyê din Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya CHPyê wê roja penşemê bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu re bicive.