ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamevanan.
Arinç destnîşan kir ku di civînê da mijarên di rojevê da hatin nirxandin.
- Pêvajoya Çareseriyê
Arinç li ser pirsa "Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê destnîşan kir ku li bendê ne di nav du hefteyan da mizakere dest pê bikin, gelo pêngaveke din dest pê dike?" wiha got: "Di civîna ku do hat kirin da, me bi hevalên eleqedar ra rewşê nirxand. Îro jî em beşdarî civîneke der heqê ewlehiyê da bûn. Îro bi taybetî Pêvajoya Çareseriyê nehat rojevê. Lê ez dikarim di çarçoveya nirxandinên do da wiha bibêjim. Gotinên lijneya ku diçe Îmraliyê, gotinên Hevseroka Giştî ya HDPyê li dera hanê, em wek hikûmet dikarin bibêjin ku pêvajoya çareseriyê baş dimeşe. Tiştekî awarte tuneye. Em hewl didin ku pêvajo bimeşe û bigihêje encamekê. Ev jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê muhîm e. Xebatên yekeyên eleqedar dewam dikin. Heger li rewşeke awarte digerin, bira ne li hikûmetê, li xwe binihêrin. Di pêvajoyê da agahî û daxuyaniyên erênî girîng in. Divê daxuyaniyên ku li vir tên dayîn bi destê terefê din jî demildest bi cî werin, divê di vê mijarê da bi biryar û ji dil bin."
Arinç li ser pirsa "Yalçin Akdogan di bernameyeke televizyonê da got ku 'Em ji Ocalan gavekî girîng hêvî dikin, daxuyaniyeke girîng hêvî dikin.' Gelo ev bi çekberdanê ra eleqedar e? Hikûmet li benda çi ye?" wiha axivî: "Îro nehat rojevê, lê do bi berfirehî hat nirxandin. Divê ez bibêjim, em bi biryar û ji dil in. Alîkarê Serokwezîrê me di televizyonê da çi gotiye, ez bawer im baş hatiye fehmkirin. Divê em hemû geşedanan baş fehm bikin. Li pêşiya me bihar heye, heger di biharê da daxwaza çekberdanê hebe, em ê di nav demê da vê bibînin. Piştî ku Serokwezîrê me dest bi wezîfeyê kir, bernameyeke xebatê ya teze hazir kir. Heger mixatabê me HDP be, di vê pêvajoyê da hin tiştên ku dikevin ser milê HDPyê hene. Heger hêviyeke wiha hebe, divê hûn ji terefê din bipirsin, 'Hûn ê daxuyaniyeke çawa bidin?' Niha ne dora me ye, dora wan e. Tiştên ku divê bibêjin hene."