ÎSTANBUL
Partiya Saadetê (SP) li Qada Kazlıçeşmeya Îstanbûlê xwepêşandana "Ji derbeyan re na, ji gelê Misre re piştevani" li dar xist. Serokê Giştî yê Saadetê Kamalak li vir wiha bangî gel kir: "Gelê Misrê, Serokkamar Mûrsî, Muhamed Bedî, Mehdî Akîf, Seyîd Qûtûp, Hasan El Benna û Necmettîn Erbakan jî bi ruhên xwe li cem me ne. Çavên derbekaran jî li qada Kazlıçeşmeyê ye. Li pişt vê derbeyê xaçparêz hene. Xaçparêz tiştên ku li Afganistan, Iraq, Lîbya û Surîyê kirin, a niha li Misrê jî dikin."
Kamalak diyar kir ku ev dengê ku li Kazlıçêşmeyê bilind dibe li Tahrîrê, li Rabîatul Adewîyyeyê jî belav dibe û wiha dewam kir: "Ev xwepêşandan ji bo gelê Misrê dibe hêviyeke nû. Em wek Partiya Saadetê, derbeya ku li hemberî Mûrsi hat kirin, lanet dikin. Mûrsî bi îradeya gelê Misrê hat hilbijartin. Yên di vê pêvajoyê de ji şûna demokrasiyê ji cuntayan medet dixwazin em bi tundî wan şermezar dikin. 53 kes di nimêja sibehê de hatin kuştin. Em vê bûyerê jî lanet dikin."
Kamalak, helbesteke Mehmet Akîf jî xwend û wiha berdewam kir: "Li pişt vê derbeyê Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin heye. Li pişt vê derbeyê nijadperestên sîyonîst û emperyalîstên kûrewi hene û dixwazin welatên misilmanan parçe bikin. Li pişt vê derbeyê mêtinkarên kapîtalîzma Amerîkayê hene. Li pişt vê derbeyê yên ku dixwazin çekan bifiroşin, xwînê birijînîn û baronên çekan hene. Li pişt vê derbeyê Îsrailê ku dixwaze Fîlîstînê bigire û li Gazeyê komkujiyê bike heye."
Kamalak bangi derbekaran kir û ragihand hûn dikarin bi zora çekê werin desthilatiyê lê hûn nikarin bi vê awayî desthilatiya xwe bidomînîn. Kamalak wiha got: "Divê artêşa Misrê demildest bikişe leşkergeha xwe û vegere peywira xwe ya esil ya parastina welêt. Derbekar û hevkarên wan bila vê baş zanibin ku ne tenê li Misrê, li hemû erdnîgariya îslamê dibin figuranên lîstikeke qirêj. Divê Mûhammed Mursî yê ku bi destê gelê Misrê hat hilbijartin, peywira wî were teslîmkirin. Welatên misilman û saziyên îslamî divê derbeyê red bikin"