İSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, piştî civîna nirxandinê ya aboriyê ya li Ofîsa Serokatiyê ya li Dolmabaçeyê çû Weqfa Ensarê ya li Suleymaniyeyê û beşdarê fitarê bû.
Di bernameya fitarê de ku ji çapemeniye re girtî bû, Alîkarê Serokwezîr Ali Babacan, Wezîrê Darayiyê Mehmet Şimşek, Wezîrê Pêşveçûnê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayati Yazici, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avcı, Alîkarê Serokê Gişti yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş û kurê Serokwezîr cih girtin.
Serokwezîr dema ku ji weqfê derket ji welatiyên ku li derve hêviya wî sekinî bûn xatir xwest û nehişt ku welatî destên wî maç bikin û got 'Destmaçkirin tuneye'
Erdogan piştî ku ket wesayita xwe bi welatiyan re sohbet jî kir.