14 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
PEKÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di merasima vekirinê ya "Korbenda Kember û Rê" da axivî, bi serokên din ra wêneya malbatî kişand.
Korbenda Kember û Rê li Navenda Olîmpiyatê ya Pekînê, Navenda Kongreya Neteweyî ya Çînê hat lidarxistin. Di merasima vekirinê da Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomar Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres axivîn.
Erdogan piştî axaftina xwe bi serokên din ra wêne kişand.
Serok paşê beşdarî Civîna Diyalogê ya Payebilind bûn.
Serok wê şîvê jî bi hev ra bixwin.
29 welat beşdarî merasima vekirina "Korbenda Kember û Rê ji bo Hevkariya Nêvneteweyî" bûn û ji 130 welatî û ji 70 saziyên navneteweyî hezar û 500 delegeyan temaşe kir.