Muhammet Kurşun
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
TEHRAN
Serkomarê Îranê û namzedê Serkomariyê Hesen Rûhanî namzedên muhafezekar bi bilindkirina gengeşiyê û paşdebirina welat tawanbar kirin.
Rûhanî di mitînga hilbijartinê de axivî û diyar kir ku dê xelkê Îranê di navbera "aramî û pêşketin" û "gengeşî û paşketinê" tercîhekê bike.
Serkomarê Îranê muhafezekar tawanbar kirin û wiha axivî: "Me bi dinyayê hevdîtin dikirin lê hinekan xencer ji piştê ve li me dixist. Me sebir kir. Em naxwazin Îran careke din mehkûmî dûrketina ji dinyayê bibe. Em dixwazin hemû zext rabin. Yên ku fêdeya wan ji zextan heye vê naxwazin."
Rûhanî got ewê rêya Refsencanî bidomînin.
Alîgirên Rûhanî ji bo lîderê reformîst Mûhemmed Xatemî, pêşengên Hereketa Sewz Mîr Huseyin Mûsewî û Mehdî Kerrûbî dirûşm berz kirin.