02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Parlementera Diyarbekirê ya HDPê Nûrsel Aydogan di doza ku girtî dihat darizandin, hat tehliyekirin. Dozger li ser biryara tehliyeyê îtiraz kir û der barê Aydogan da biryara girtnê hat dayîn.
Aydogan di doza li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hatibû vekirin da di rûniştina ewil da serbest hat berdan. Li ser vê biryarê dozger îtiraz kir û 5emîn Dadgeha Cezayê Giran ev îtiraz qebûl kir.
Dadgeh bi hinceta rewşa delîlên heyî û biryara 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran "digel ne endamê rêxistina terorê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 4 sal 8 meh û 7 roj cezayê hepsê hat birîn, der barê Aydogan da biryara girtinê hat dayîn.
- Cezaya tê xwestin
Di îdianmeyê da der barê parlementera Diyarbekirê ya HDPê Nûrsel Aydogan da ji ber sucên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", 14 caran "propagandaya rêxistina terorê", "tevgera dijî qanûna meşa çalakî û civînê", "li hember qanûnan tehrîkkirina gel", "ji bo kîn û nefretê tehrîkkirina gel", ji 26 salan heta 103 salan, cezaya hepsê tê xwestin.