Polîtîka

"Niha senaryoyeke pir ecêb li holê ye"

Serokomar Erdogan: "Niha senaryoyeke pir ecêb li holê ye. Emê bibînin heta dawiya hefteyê ev senaryo ka wê çawa bê listîn."

Ekip  | 24.04.2018 - Rojanekırın : 25.04.2018
 "Niha senaryoyeke pir ecêb li holê ye"

TBMM

TBMM

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê hevdîtin û daxuyaniyên tifaqa Serokomariyê de got: "Niha senaryoyeke pir ecêb li holê ye. Emê bibînin heta dawiya hefteyê ev senaryo ka wê çawa bê listîn."

Erdogan li Meclisê di Komcivîna AK Partiyê de axaftinek kir û li ser mijarên di rojevê de sekinî.

Erdogan cewab da Wekîlserokê Koma CHPê Ozel û got: "Ez nahêlim tu wan hereketên dest û piyan bikî, tu dikarî li hemberî Serokê Giştî yê AK Partiyê bikî lê nikarî li hemberî Serokkomarê vî welatî bikî. Loma divê tu pêşî hedê xwe bizanibî. Lê exlaqekî wisa li cem van tuneye. Go nîqaşên li Lijneya Giştî bi rastî jî felaketek bû, karesatek bû."

Der barê nîqaşa derbeyê de jî CHP rexne kir û wiha axivî:

"Hûn (CHP) jixwe her tim reviyan. Hûn tu carê li ber F-16yan bi qehremanî nesekinîn, hûn nebûn ji wan kesên ku li ber tankan disekinin. Heta wisa ku hûn bûn ji wan kesên ku li ser Kolana Bagdatê çepikan lê didin."

Der barê hevdîtinên Serokomariyê de jî Erdogan wiha nirxandin kir:

"Niha senaryoyeke pir ecêb li holê ye. Emê bibînin heta dawiya hefteyê ev senaryo ka wê çawa bê listîn."

Daxwazên rakirina rewşa neasayî jî wiha nirxandin:

"Di vê pêvajoyê de rewşeke aramiyê heye. Di nav vê rewşê de dibêjin bila OHAL bê rakirin. Çima? Dek û dolab wê xirab bibe, ji ber wê. Emê nehelin hûn vê dek û dolabê xirab bikin."

Serokomar Erdogan wek din behsa têkoşîna li dijî terorê kir û got:

"Kemal Beg emê ji Cudiyê, Gabarê, Bestler Derelerê, Tendurekê heta ji Qendîlê jî dernekevin, vê bizanibe. Ji bo aramiya gelê me çi hewce bike emê bikin. Li Bakurê Sûriyeyê çi hewce bike emê bikin. Niha hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin 4 hezar û 272 e. Li Bakurê Iraqê çi bû; 353. Li hundirê welêt çi bû: 258. Sekin tune, berdewamî heye."

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê îdiaya wê Abdullah Gul wekî namzed were destnîşankirin da wiha got, "Tu problem û derdekî min ê wisa tuneye. Di 5ê gulanê da wê eşkere bibe bê ka wê kî derkevin meydanê. Ji ber hindê em ê jî bibînin ka kî derdikevin meydanê û herwiha em ê kar û barên xwe bidomînin. Em her tiştê xwe, senaryoya xwe li gorî xwe diyar dikin. Yên li hemberî me bira xwe li gorî me eyar bikin."

Erdogan li Meclisê bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê da.

Ji bo pirsa "Birêz Serokomar, di axaftina xwe da we got, 'Niha senaryoyeke pir ecêb li holê heye'. Aktorên vê senaryoyê kê ne?", Erdogan wiha bersiv da, "We jî dît, qaşo li wê derê 3-4 kes hebûn. Paşê 15 kes hatin wê derê, lêbelê ji wan tukes neçû û li wê derê rûnenişt. Ev çawa senaryo ye? Madem derbasî qaşo ÎYÎ Partiyê bûne, nexwe çima li wê derê rûnanên? Divê hûn jî li ser vê bifikirin, feydeya wê yekê heye ku heger hûn li ser vê mijarê bisekinin."

Bi Erdogan dan bibîrxistin ku seba namzediya Serokomariyê, navê Serokomarê 11emîn Gul derbas dibe û Erdogan jî wiha bersiv da:

"Tu problem û derdekî min ê wisa tuneye. Di 5ê gulanê da wê eşkere bibe bê ka wê kî derkevin meydanê. Ji ber hindê em ê jî bibînin ka kî derdikevin meydanê û herwiha em ê kar û barên xwe bidomînin. Em her tiştê xwe, senaryoya xwe li gorî xwe diyar dikin. Yên li hemberî me bira xwe li gorî me eyar bikin."

Ji Serokomar Erdogan ra hat gotin ku ji serokwezîrên berê Ahmet Davutoglu û Gul hevdîtin pêk anîn û Erdogan jî wiha got, "Ez nizanim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın