Erkdarên CHPya ku li ser vebijêrkên koalîsyonên cuda nîqaşan dikin, dixwazin partiya wan di nav 63yemîn hikûmeta dê bê avakirin de cih bigre.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê dan hev, CHP di xebatên avakirina hikûmetê de xwe wek partiya herî bisiûd dibîne.
CHP diyar dike ku ew dikare bi hemû partiyên din re bê bal hev û hevdîtinan bike herwiha mijara ku herî zêde li ser disekine û girîngiyê didê jî projeyên ku ji gel re wehd kiribûn in. CHP dê şertên wek "di Cejna Remezan û Qurbanê de du mehane îkramiye bidin kesên teqawîtbûyî, rakirina sîstema taşeroniyê" bide ber wan. Yek ji mijarên ji bo CHPyê girîng û dê li ser bisekine jî "îdiayên gendeliyê" ne. Dê partî di vê mijarê de bi hesasî tevbigere.
Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ku dixwaze berî hertiştî hikûmeteke ku ji partiyên muxalefet pêk tê damezrîne wiha dibêje: "Hilbijartina berwext dê ji bo gelê me yê ku ji me hêvîdar e bêrûmetî be. Herwiha dê dema me jî vala derbas bibe."
- Provaya ewil a serokatiya meclisê
Erkdariyên partiyê bawer in ku gel bi rêya rayên xwe ji partiya desthilatdar û rewşa têdayî de got "êdî bes e" û dibêjin rêjeya dengên ku muxalefetê hildan jî nîşaneya vê yekê ye. Herwiha destnîşan dikin ku "bloka ji sedî 60î" dikare hikûmetê ava bike. CHPya ku heta îro ji bo Serokatiya Meclisê tu pêşniyaz nekiriye, vê hilbijartinê wek provaya ewil a ji bo "bloka sêalî" dibîne."
CHPya ku bi fermî ji tu partiyekê re deriyên xwe negirtiye, avakirina koalîsyonekê bi AK Partiyê re jî wekî îhtimaleke qels dinirxîne. Erkdarên CHPyê dibêjin dê erênî nêzî hemû hevdîtin û pêşniyazan bibin û bi gotinên "nabe" dest bi tu karî nekin.
Ji aliyê din ve tê texmînkirin ku heke Serokwezîrê AK Partiyê Ahmet Davutoglu ji bo xebatên avakirina hikûmetê ji CHPyê randevû teleb bike, dê teleba wî bê qebûlkirin. Kiliçdaroglu dibêje ku ew ê di hevdîtineke wisa de tevgera CHPyê ya li pêşberî Davutoglu net û eşkere be.