22 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê Rex Tillerson got: "Emê li hember xebatên Îranê yên fuzeya balîstîk û piştgiriya wê ya çalakiyên terorî yên ku mirov nikare van qebûl bike bi kirdariyan ve tevdîran bibînin ku bila Îran fêm bike ev tişt nayên qebûlkirin."
Tillerson û hemtayê wî yê siûdî Adil el-Cubeyr di "Civîna Welatên Îslamî û Ereb-Emrîkayê" ya ku li Riyada paytextê Erebistana Siûdî hat lidarxistin de civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Wezîr Tillerson li ser pirsa 'Îran çima beşdarî civînê nebûye' got ku Îran li Yemen, Iraq, Sûriye û Lubnanê piştgiriyê dide Hizbullahê û çalakiyên cerdevaniyê didomîne.
Tîllerson got ku heta Îran nebe cînarekî baş û dev ji bi milîs û şervanên biyanî ve îstiqrara welatên din û xirabkirina herêmê bernede cihê wê li vê maseyê tune.
Ji bo hilbijartinên Serokomariyê yên Îranê jî Tillerson destnîşan kir ku li Îranê heyameke din dest pê kiriye.
Tillerson wiha axivî: "Emê li hember xebatên Îranê yên fuzeya balîstîk û piştgiriya wê ya çalakiyên terorî yên ku mirov nikare van qebûl bike bi kirdariyan ve tevdîran bibînin ku bila Îran fêm bike ev tişt nayên qebûlkirin. Emê hewl bidin ku bila civaka kurewî jî wêrek be û li hember vê tevbigere."