ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan beşdarî bernameya "Îskele Sancak"ê ya ku di Kanal 7ê de tê weşandin bû û meseleyên di rojevê de ne nirxand.
Ji Akdogan hat pirsîn "Tê îdiakirin ku heke HDP ji bendê derbas nebe wê bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de qewimîn wê careke din peyda bibin." Akdogan ji bo vê pirsê wiha got: "Ev zimanê geflêxwarinê ye. Zilamekî ku bi vî awayayî tevbigere bi vî şeklî biaxive xêr jê tê? Ez ê çawa ji te bawer bikim. Heke ku tu di her meseleyê de bibêjî 'heke tu filan tiştî bikî ez ê xelkê daxim kuçe û kolanan' ez ê çawa ji te bawer bikim. Dema ku tu ji bendê derbas bibî, bikevî meclisê û alîgirên xwe zêde bikî gelo tu garantiyê didî ku tu yê gefan nexwî û heman tiştî nekî. Lewra him hêza te ya siyasî xurt bûye û him jî li holê çekdar hene. Di wan de tu guherînek tuneye û di vê hêlê de pêşveçûn heye."
"Siyaseta bêrêzik"
Akdogan axaftinên Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû 'em dikarin bi MHP û HDPyê re hikûmeteke koalîsyonê ava bikin' jî şîrove kir û got: "Li gor min tiştekî wiha ne mimkun e, lewra ev nîşaneya siyaseta bêrêzikê ye. MHP û HDP wê çawa bên bal hev? Bi siyaseta negatîf ve û ji ber dijberiya AK Partiyê dibe ku bikevin nav tevgerên wiha. Lê girse vê yekê qebûl nakin."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan destnîşan kir ku îro hin kesên ku dixwazin HDPê derxin pêş hene û wiha pê de çû: "Li nêrîna van hêlan binihêrin. Ji wan netewperestên ku hebûna HDPê qebûl nakin heta hemû hêlên din gelo ew fikr û ramanên HDPê çiqas qebûl dikin û wê qebûl bikin. Ew her du jî du dinyayên ji hev cihê ne. Ji ber vê jî ez tevgereke wiha wek bobelatê dibînim. Li gor min AK Partî wê desthilatdariya xwe biparêze û bidomîne."
- "Pêvajoya Çareseriyê wê bimeşe"
Şîroveyên "heke HDP ji bendê derbas nebe ev yek wê ji bo Pêvajoya Çareseriyê bibe bobelat" bi bîra Akdogan xistin û wî jî şîrove rexne kirin, li pêvajoyê xwedî derket û got: "Tu tiştek jî nabe, qiyamet ranabe. Kesekî ku ji demokrasiyê bawer bike ne xwediyê vê fikrê ye. Ew ê kî ji bendê derbas bibe yan nebe ji bo vê yekê xelkê biryar bide. Gelek partiyên ku emrê wan û komarê yek e di bin bendê de man çi bû qiyamet rabû."
Akdogan ragihand ku nûnerê xelkê kurd bi tenê HDP nîne û di partiyên din de jî gelek kurd hene, ji ber vê jî ji bendê derbas bibin jî nebin jî Pêvajoya Çareseriyê wê di rêya xwe de dewam bike û ji xwe armanca pêvajoyê ya sereke jî ji holê rakirina çekan e.