ANKARA
Li Enqereyê gule berî Navenda Giştî ya HDPyê dan.
Li gor agahiyên ku hatin hildan saet di dora 04.00an de kesek û yan jî hin kes bi wesaîta spî hatin gule berî navenda partiyê dan. Gule li tabela û alaya partiyê ket.
Li ser îxbarê ekîbên Midûrên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re hatin kuçeya Buklumê ya ku navenda partiyê lê ye û ekîbên lêkolînê li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku gule li tabela û alaya partiyê ketine.
- "Em bi qirar in ku aştiyê bi israr biparêzin"
Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder hat navenda partiyê û daxuyanî da rojnamegeran.
Onder diyar kir ku serê sibehê saet di dora 04.00an de êrîş pêk hatiye û wiha pê de çû: "Wesaîteke spî ji vir derbas bû û bi çek û yan jî çekan ve gule berdan. Wezîfedarên avahiyê û polêsan mudaxele kir lê gumanbarên êrîşkar bi wesaîtê reviyan. Polês niha li dîmenên kamerayên derdorê dinihêrin û ji bo tespîtkirina plakeya wesaîtê hewl didin.
Parlementerê HDPê destnîşan kir ku ev provakasyoneke li dijî HDPyê ye û wiha dewam kir: "Li hemberî van hemû kirinan bi inyadî em ê aşt û siyaseta demokratîk biparêzin. Êrîşkar û yên ku wan birêkûpêk dikin bila baş bizanibin ku ji me tu kes nakeve defikên wiha û bi vî awayî jî bersiv nayê dayîn."