ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha nirxand, "Tu ferq di navbera wan de tuneye ku hin rêxistin bi çekan gefê li dewletê dixwin û hin rêxistin jî qaşo xweseriyê îlan dikin û gefan dixwin."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê "îlankirina xweseriya qaşo" û êrîşên PKKyê nirxand.
Akdogan wiha got, "Tu ferq di navbera wan de tuneye ku hin rêxistin bi çekan gefê li dewletê dixwin û hin rêxistin jî qaşo xweseriyê îlan dikin û gefan dixwin. Di dewleta hiqûqê de rê li ber herduyan jî vekirî nahêlin. Kesên ku dikevin nava hewlên îllegal dê hesabê wê jî bidin."