ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji bo hevdîtina avakirina hikûmetê wê îro cara dawîn di saet 14.00an de li Ankara Palasê hevdîtinê bikin.
Heyetên AK Partiyê û CHPyê bi 5 runiştinan bi giştî 35 saetan hevdîtin kiribûn û ev hevdîtin di 3yê tebaxê qediyabûn. Piştî hevdîtinan heyetan der barê hevdîtinan de ji Davutoglu û Kiliçdaroglu re pêşkeşî kiribûn û rapor dabûn wan.
Piştî hevdîtina heyetan di 10ê tebaxê de jî Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu hatibûn bal hev.