TBMM
Parlementerê Diyarbekirê yê BDPyê Altan Tan ji bo şermezarkirina biryara îdamê ya der barê Birayên Misilman ên li Misrê li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tan daxuyand ku divê meclis li hember vê biryarê bi hev re tevbigere da ku ev îdam çênebin.
Tan got ku di dîrokê de li Misrê, Îranê, Sûriyeyê, Iraqê, Tirkiyeyê û cihên din ên ku misilman lê dijîn îdam hatine kirin û ev îdam jî nikarin bên qebûlkirin. Tan wiha got: "Ev mirov bê sûc in, mexdur in, mafên wan hatine binpêkirin. Divê ku ew bidarizînin, ew bibin hakim, lê zalim, derbexwaz û dîktator hatine van meqaman. Di serî de Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, hemû gelê Tirkiyeyê, saziyên civakî yên sivîl, welatî em hemû li dijî vê derkevin. Ez Altan Tan jî qasî ku dengê min derdikeve vê rewşê bi nefret şermezar dikim. Ji bo ku îdam çênebin divê partiya min jî çi hewce dike, bike."