Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Namzetê Serokatiya Şaredariya Batmanê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Beg, dema parlamenter jî gelek serkeftî bû. Înşellah dê di hilbijartinan de jî bi ser bike ve û bibe şaredar."
Midûryeta Giştî ya Çapemenî, Weşan û Enformasyonê ya Serokwezîrtiyê, li Batmanê 25emîn "Lihevcivîna Medyayê ya Herêmî û Mehelî" li dar xist. Arinç jî ji bo ku beşdarî vê bernameyê bibe hat bajêr.
Arinç û heyeta pê re pêşiyê çûne serdana Serokatiya Bajêr a AK Partiyê. Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, Parlamenterê AK Partiyê yê Batmanê Zîver Ozdemîr û namzetê Serokatiya Şaredariya Batmanê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Ekmen jî digel Arinç bûn.
Arinç, bi Serokbajar Murat Guneştekîn re hevdîtinek kir û paşê jî li ber deriyê avahiyê bangî gel kir. Arinç namzedê Serokatiya Şaredariya Batmanê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Ekmen teqdîmî welatiyan kir û wiha axivî: "Me ji we re diyariyeke pîroz, emaneteke mezin anî. Ez namzedê Serokatiya Şaredariya Batmanê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Beg teqdîmî we dikim. Xweda alîkarê Mehmed Emîn Beg, rêxistina partiya me, hemû navçeyên me be û wan bi ser bixe. Mehmed Emîn Beg heyema ku parlamenterî jî dikir, gelek serkeftî bû. Înşellah dê di hilbijartinan de jî bi ser bike. Li vir civîneke mezin tê lidarxistin. Gelek nûçegihan beşdar bûn. Niha Midûrê Giştî yê TRTê, Midûrê Giştî yê Anadolû Agencyê, Serokê RTUKê tev li vir in."