TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Li hemberî gavên Pêvajoya Çareseriyê ya ku hikûmeta me avêtin wisa tê dîtin ku rêxistin li hemberî pêvajoyê di nav çalakiyên îstismarê de ye. Ez wê gotina ku hikûmet û DAEŞ di nav hev de ne bi nefret û lenetê red dikim. Ev yek bi tu hikûmeteke Komara Tirkiyeyê nakeve."
Arinç ji ber pêşniyaza CHPê ya ji bo sedemên bûyerên terorî yên ku zêde bûn û gefê li aştiya civakî dixwin divê Lêkolîna Meclisê bê kirin û li hemberî wan tewdîr bên girtin, di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û ji CHPê re ji ber ku di demeke wiha ya bûyer gelek in de wiha tevgeriya spas kir.
Bûyerên dawîn ên ku di serî de Sirûc û çar aliyê welêt qewimîn di rojeva Arinç de cih girt û wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku ji ber li Sirûcê 32 can, li Wêranşehirê polêsên me û herî dawîn jî serdarekî me, li çar aliyê welêt xem heye."
Der heqê operasyonên ku li dijî rêxistinên terorê tên kirin de jî Arinç agahî da û diyar kir ku ji PKK û KCKê 847 kes hatin binçavkirin û ji wan 120 li qereqolan serbest hatin berdan, 440 kes sewqî dozgeriyê û 362 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin di nav hemû kesên ku ji PKK û KCKê hatin binçavkirin 140 kes hatin girtin û yên mayî bi kontrola edlî ve serbest hatin berdan.
"Eşkere tê dîtin ku pêvajoyê îstismar dike"
Alîkarê Serokwezîr Arinç destnîşan kir ku yê Pêvajoya Çareseriyê da destpêkirin, ji roja ewil heta îro da meşandin û ji dil û can anî heta van rojan hikûmet e û wiha dewam kir: "Axaftina rêvebirên rêxistinê û daneyên der heqê bûyerên tundiyê de nîşan didin ku rêxistin li gor Pêvajoya Çareseriyê tevnegeriyaye. Tevgerên xwe yên meriv revandin, makîne û wesayît şewitandin, di bin navê bacê de xerac birîn domandin. Ji bilî vê di dema pêvajoyê de hat dîtin ku rayedarên HDPê jî bi gotinên xwe gefê dixwin û daxuyaniyên der heqê avakirina dewleteke serbixwe zêde kirin. Di dema pêvajoyê de rêxistinê her carê çiv û qewsek da ber xwe û mayê ku digot bike nekir û xwe jê dûr da û di vê yekê de eşkere hat dîtin ku rêxistinê pêvajo îstismar kir."
Arinç biryara der heqê DAEŞê ya ku Lijneya Wezîran di sala 2013an de ew wek teror îlan kir bi bîr xist û wiha pê de çû: "Hikûmeta me di vê meseleyê gavên ku hewce dikir avêt û di sala 2013an de di Lijneya Giştî de DAEŞê wek rêxistina terorê îlan kir. Ji ber vê jî ew rexneyên ku li ser hikûmeta me û me tên kirin ez qebûl nakim."