ÎSTANBUL
Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder destnîşan kir ku der heqê pêvajoya çareseriyê û asta ku em hatinê da tesbita bingehîn a Ocalan ev e: "Armanca me ya sereke ew e ku şerê 30 sal e dewam dike bigihêje aştiyeke demokratîk û mayînde. Ez bangî PKKyê dikim ku di mehên biharê da ji bo kongreya awarte bicivin û ji bo danînaçekan biryarên dîrokî û stratejîk bidin. Ev bang ji bo siyaseta demokratîk pêş keve daxwaz û niyetek e."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala, Cîgirserokên Koma HDPyê Pervîn Buldan, Îdris Baluken û Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê hatin bal hev.
Piştî hevdîtinê Onder daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê vir va ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasiyê û di 30 salên dawîn da jî ji bo çareserkirina meseleya kurdan ku ji 40 hezarî zêdetir mirov mirin, em gihêştine asteke dîrokî."
Onder diyar kir ku ji destpêkê heta niha pisgirêka muhîm guherandina dewletê ye û wiha axivî: "Heta niha hişmediya desthilatdar a dewletê hewaleyî tundiyê kir. Ji ber vê jî heger çareserî bi aştî û demokrasiya navneteweyî ra têkildar nebe, em nikarin dewlet û civakê li gor heq, edelat û wekheviyê biguherînin. Ji ber vê jî divê yên ku di dîroka Komarê da hatine înkarkirin di nav azadî û wekheviyê da werin naskirin. Loma jî çareserî û bêçareyî tenê bi civaka me ra eleqedar nîne, hemû dinyayê eleqedar dike."
Tesbita Ocalan
Onder wiha axivî: "Li herêmê dengeyên 100 salî serobino dibin, ji ber vê jî divê helwestên pêkutiyên herîmî û kurewî li gor nirxên însanî û navneteweyî biguherin."
Onder destnîşan kir ku li gor şert û mercên dînamîk ên herêmî di pêvajoyê da jî pêwîstî bi helwesteke dînamîk heye û wiha dewam kir: "Pêvajoya diyalogê ya ku carna disekinî îro gihêştiye asteke cidî û biberpirsiyar. Der heqê pêvajoyê û asta ku em hatinê da tesbita bingehîn a Ocalan ev e: Armanca me ya sereke ew e ku şerê 30 sal e dewam dike bigihêje aştiyeke demokratîk û mayînde. Ez bangî PKKyê dikim ku di mehên biharê da ji bo kongreya awarte bicivin û ji bo danînaçekan biryarên dîrokî û stratejîk bidin. Ev bang ji bo siyaseta demokratîk pêş keve daxwaz û niyetek e."
10 xal
Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo demokrasî û aştiyê xalên sereke û bingehîn wiha rêz kir:
"1. Siyaseta demokratîk; pênase û naverok,
2. Pênasekirina aliyên herîmî û neteweyî yê çareseriya demokratîk,
3. Parastina welatîbûna zagonî û demokratîk,
4. Sernavên der heqê têkiliya siyaseta demokratîk a bi dewlet û civakê ra û pêkanîn,
5. Aliyên civakî û aboriyê yên pêvajoya çareseriyê,
6. Di pêvajoya çareseriyê da nirxandin û şîrovekirina têkiliya demokrasî û ewlehiyê ya bi pergala kamuyê ra û parastina azadiyan,
7. Çareserkirin û parastina pirsgirêkên jin, çand û ekolojîk,
8. Avakirin û pêşxistina hişmendiya demokratîk a ji bo naskirin û binavkirina têgeha nasnameyê,
9. Li gor nirxên demokratîk pênasekirina gel, welatê hevbeş û Komara Demokratîk û di nav pergala demokrasiyê da li gor zagon û destûra bingehîn parastina vê.
10. Ji bo pêkanîna hewldanên demokratîk û guherandinan çêkirina destûreke bingehîn a nû."
Onder di berdewamiyê da wiha xeberda: "Ji bo geşedanên dîrokî pêk werin pêwîstî bi şernekirinê heye. Em jî wek lijneya HDPyê bangî derdorê ku piştgiriyê didin demokrasî û aştiyê dikin ku di hemû astên mizakereyên demokratîk û pêvajoyê da hebin û hêzê bidin me. Divê em bizanibin ku em nêzî aştiyê ne û em silavê didin hêzên demokrasiyê."