MÛSIL
Li Şingalê pevçûnên kolan û kuçeyan ên di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê da dewam dikin.
Piraniya Şingalê di destê DÎŞIyê da ye û her du alî êrîşî hev dikin. Lê girên ku li bajêr dinihêrin di destê hêzên pêşmergeyan da ne û bi çekên giran êrîşî DÎŞIyê dikin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê milîtanên DÎŞIyê û hêzên pêşmergeyan ji 18ê rêbendanê vir va kozikên xwe diparêzin û şerê li kuçe û kolanan dewam dikin.
- Li Şingalê şerê li kuçe û kolanan
Hêzên pêşmergeyan bi çekên giran ên koalîsyona navneteweyî êrîşî DÎŞIyê dikin û balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî alîkariya pêşmergeyan dikin.
Li Şingalê piraniya avahiyan kavil û wêran bûne. "Şingala Berê" jî ku qeleya dîrokî û sûr lê hene di destê pêşmergeyan da ye û piraniya avahiyan hilweşiyane. Xelkê bajar vala kiriye. Êzdiyên ku xwe sipartine Çiyayê Şingalê jî bangî Herêma Kurdistanê, Iraqê û hêzên navneteweyî dikin ku Şingalê xilas bikin.
- "Ji sedî 30yê Şingalê di destê me da ye"
Fermandarî Eniyên Şingalê Haşim Siteyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 24 saet şer dewam dike û wiha dewam kir: "Îro di êrîşa hewanê ya DÎŞIyê da leşkerek mir û 4 heb jî birîndar bûn."
Siteyî destnîşan kir ku ji sedî 30yê Şingalê di destê pêşmergeyan da ye û wiha got: "Ev qadeke berfireh e. Gir û ciyên stratejîk ên Şingalê di destê me da ne. Em dikarin bibêjin ku Şingal di destê pêşmergeyan da ye. Lewra bajar ji van deran tê îdarekirin."
Siteyî diyar kir ku şer dewam dike û wiha got: "Li Şingalê şer bi sê awayan dewam dike. Ya ewil em hev didin ber bombeyan. Ya duyem heger nêz be em bi nîşangeran êrîş dikin. Ya sêyem jî em êrîşî ciyên muhîm dikin. Der barê hejmara pêşmergeyên mirine da daneyên zelal tunene. Lê şehîd û birîndarên me hene. Rojane herî kêm 15 milîtan tên kuştin. Şer dewam dike. Di vir da balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî roleke mezin dilîzin. Lewra ji hewayê va zirareke mezin didin rêxistinê."
- Plana rizgarkirinê tê kirin
Siteyî destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina Şingalê plan tên kirin û got ku heger Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman bike wê operasyon dest pê bike.
Siteyî diyar kir ku ne tenê Şingal, ji bo hemû herêmên kurdan plan tên kirin û wiha xeberda: "Em wek leşker li gor fermanan tevdigerin. Çekên ku dikevin destê pêşmergeyan hêz û qeweta pêşmergeyan zêde dike. Çekên di destê me da roj bi roj teze dibin. Ev jî hêza me zêde dike. Heger ferman were zor û zehmet be jî wê Şingal were rizgarkirin."