Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat dayîn, Barzanî bi têlefonê Erdoganê ku di hilbijartinê de bi ser ket pîroz kir. Barzanî ji gelê Tirkiyeyê û Erdogan re serkeftin xwest.
Li gor daxuyaniyê Barzanî got ku daxwaza wan ew e ku ev hilbijartin bibe sedema pêşveçûna Tirkiyeyê û wiha dewam kir:
"Ez hêvî dikim ku ev pêvajoya nû di her qadê de bibe wesîleya guhertinên girîng. Em hêvî dikin ku têkiliyên Hewlêr û Enqereyê pêş ve biçin û xurt bibin. Her wiha em bawer dikin ku bi serkeftina Birêz Erdogan ve pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan jî dê bi serkeftina serokomariyê ve bi ser bikeve.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Erdogan jî bi wesîleya pîrozkirinê ji Nêçîrvan Barzanî û Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re sipas kir û got ku "Daxwaza min jî ew e ku têkiliyên Tirkiye û herêma kurdan xurtir bibe."
Li gor daxuyaniya ku ji HDPê hat dayîn jî Demirtaş bi têlefonê li Erdogan geriya û bi sedema ku Erdogan di hilbijartina serokomariyê de bi ser ket, ew pîroz kir.
Demirtaş ji bilî Erdogan li namzedê serokomariyê Ekmeleddîn Îhsanoglu jî geriya.