Gul destnîşan kir ku wezîfeya wî ya serokomariyê bi rastî qediyaye lê belê ew ê heta 28ê tebaxê bi fermî li ser wezîfeya xwe be.
Gul wiha got: "Ez serokomarê Komara Tirkiyeyê me. Dema ku wezîfeya min a Serokomariyê qedya ezê vegerim partiya xwe. Ji bo min ev veger tiştekî tebiî ye. Ez bawer dikim ku Tirkiyeyê bi avayekê xurt di rêya xwe de bimeşe."