Ali Kemal Akan,Burcu Çalık Göçümlü
16 Gulan 2023•Rojanekirin: 17 Gulan 2023
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê (MYK) bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civîna xwe kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk li navenda giştî ya partiyê piştî civînê li ser Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn sekinî.
Çelîk li ser parvekirina daneyên encamên sandoqan sekinî wiha got: "Duh tenê û tenê her kesî daneyên di destê xwe da bi awayekî rast parve kir, wan êrîşî Ajansa Anadoluyê û saziyên din kir, lê her kesî dît ku di eslê xwe da nirxandinên Birêz (Ekrem) Îmamoglu û Birêz (Mansur) Yavaş manîpulasyon derxist holê û tenê di herikîna daneyên wan da manîpulasyon hebû."
Çelîk li ser giringiya hilbijartinê sekinî û wiha got:
"Me çendîn caran hilbijartin kir, em ê dîsa bi rêya hilbijartinê vê pêvajoyê diyar bikin, îradeya milet wê derleve holê. Dibe ku navên me, nasnameyên me, partiyên me cuda bin, lê paşnava me hemûyan Komara Tirkiyeyê ye."