10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ANKARA
Berdevkê HDPyê Osman Baydemir bangî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir ku bira der heqê parlementerên girtî yên partiya wan da demildest biryarê bide.
Baydemir bi parlementerên partiyê û endamên MYKê ra li pêşiya Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê serîlêdana xwe ya ji bo parlementerên HDPyê yên girtî li Daraza Bilind kiribûn da daxuyanî da.
Baydemir îdia kir ku "188 roj in edalet tê binpêkirin, mafê hilbijartinê û seba ji teref hilbijêran ve bên hilbijartinê jî 6 milyon hilbijêrî tê xesbkirin" û wiha got: "Ev 188 roj e Dadgeha Qanûna Bingehîn dengê xwe dernaxe, ji ber ku li ber vê zilmê bêdeng dimîne jî dibe sedema îxlalkirina hiqûqê û telafiya vê jî mimkun nîne."
Baydemir bal kişand ser betalkirina parlementeriya Nursel Aydoganê û got, "Do îradeya gel, milet hat xesbkirin."
Baydemir axaftina Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Arslan a ku di salvegera 55an a Daraza Bilind da kiribû bi bîr xist û wiha pê da çû:
"Hêviya me û daxwaza me ew e ku Dadgeha Qanûna Bingehîn bêdengiya xwe xirab bike, îctihada xwe û sedema hebûna xwe carekê dîsa tune nehesibîne û çi hewce dike bîne şûnê. Edalet hatiye binpêkirin. Em carekê dîsa bangî Dadgeha Qanûna Bingehîn dikin ku ji bo zirarên mezin çênebin, wijdan neêşin bira biryareke ku wijdanan rihet dike bide."