Li gelek bajarên Tirkiyeyê êrîşa ku mensûbên PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz li Daglicaya Hekkariyê kir, hat protestokirin.
Grûbek li Qada Anitê ya Çankiriyê civiya û êrîşa ku mensûbên PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz li Daglicaya Hekkariyê kir, protesto kir.
Çorum
Li Çorumê grûbek li dijî terorê meşiya.
Grûba ku endamê Serokatiya Bajêr ya Ulku Ocaxiyan ya Çorumê ne, li Meydana Hurriyetê civiya û êrîşa Daglicayê protesto kir.
Zonguldak
Li Eregliya navçeya Zonguldakê jî grûbek li ber Anita Ataturk civiya û êrîşa terorê protesto kir.
Sîvas
Li Sîvasê Serokatiya Bajêr ya Ocaxên Alperenê çalakî organîze kir û welatî bi alayên Tirk va li Meydana Cumhuriyetê civiya û ji wir heta Kavşaga 50. Yilê meşiya û êrîşa terorê protesto kir.
Bursa
Li Bursayê komek li Kent Meydaniyê civiya û heta Serokatiya Navçeya Osmangaziyê ya HDPê meşiya û alaya Tirkiyê avahiyê va daliqandin.
Kom paşê vegeriya Kent Meydaniyê û li vê derê lastîk şewitandin, rê girtin.
Mêrsîn
Li Erdemliya navçeya Mêrsînê jî grûbekê êrîşa terorê ya li Daglicayê hat protestokirin û rêya Mêrsîn û Antalyayê girt.
Komê kevir avêtin hin wesaît û otobêsên ku diçûn û dihatin. Polêsan wesaît ji herêmê dûr xistin.
Afyonkarahîsar
Li Afyonkarahîsarê jî komek li ber PTTê civiya û slogan avêtin û heta Serokatiya Herêmê ya Şaxa Leşkeriyê meşiya, êrîşa Daglicayê protesto kir.
Kirşehir
Li Kamana navçeya Kirşehirê komek li ser medyaya sosyal organîze bû û li meydana navçeyê civiya. Komê êrîşa terorê ya Hekkariyê lenet kir û slogan avêtin.
Eskîşehir
Li Eskîşehirê wesaîtan konvoy çêkir û êrîşa Daglicayê protesto kir.
Welatî bi rêya medyaya civakî li Meydana Sihhiyeyê ya Taxa Tunaliyê kom bûn û paşê Sirûda Îstiklalê xwend, ji bo cangoriyan dia kirin.
Manîsa
Li Manîsayê jî ji bo berteka bûyerên terorê çalakiya rûniştinê hat kirin.
Kom li Meydana Manolyayê civiya û çalakiya rûniştinê kir. Serokê Şaxa Ciwanan ya Bajêr ya CHPê Serdar Bozkaya got ku wan ji bo bertekê rêyeke wiha tercîh kir.