Li paytextê 190 rêxistinên civata sivîl êrîşên terorê yên vê axiriyê lenet kirin.
Serokê Şaxa Enqereyê ya Memûr-Senê û Platforma Civata Sivîl ya Enqereyê Mustafa Kir li ser navê STKyan li Navenda Giştî ya Memûr-Senê axivî û got ku her roj ji herêmeke Tirkiyeyê li ser hev xeberên mirinê tê.
Kir got ku herî dawî li Daglicayê êrîş hat kirin û agir bi kezeban ket. Kir daxuyand ku ew hêvîdar in di demeke kurt da bûyer bisekinin û yekîtî çêbibe.
"Navê wê çi dibe bila bibe, dixwazî bila PKK be, dixwazî bila DAEŞ be, dixwazî bila DHKP-C be, mebesta wê çi dibe bila bibe, ji kî tê bila were, berê wê li kî be bila lê be, teror hewl dide û nahêle li ser vê axê gel bi hev ra bijî. Em terorê û kesên ku ji derva û hundur va destekê didinê şermezar dikin."
Ji bo ku dayîk êdî negirîn, mala kesî xerab nebe, ciwan neyên kuştin û li welêt şûna şer aştî, şûna dujminiyê biratî bigre, pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin, lê mixabin vê gavê hêvî ji aştiyê nema. Fitnê dîsa dest pê kir."
Kir destnîşan kir, ne PKK pirsgirêkên herêmî û neteweyî yên kurdan, ne DAEŞ mafên misilmanan diparêze, bendê her du rêxistinan jî di destê hêzên dinyayê da ne.
Kir wiha pê da çû:
"Bila ev baş were zanîn ku têkoşîna terorê ne têkoşîna kurd û tirkan e, têkoşîna milletê me û terorîstan û yên ku piştgiriyê didin terorîstan e. Hat fêmkirin ku teror bi rê û rêbazên milîtarîst nayê qedandin. Kesên dijî pêvajoya çareseriyê di têkoşîna çekdar da dibînin. Ev jî tê wê wateyê ku tişta ceribandî dîsa tê ceribandin. Divê teqez dev ji pêvajoyê neyê berdan. Çareseriya mayînde, ne bi rêbazên milîtarîst, divê di biratiya me ya îslamê da bigerin."
190 STKyan piştgirî da daxuyaniyê û piştî daxuyaniyê ji bo kesên ku di êrîşên terorê da cangorî bûn, fatihe hat xwendin.