ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got "Tirkiyeya nû û ji nû ve Tirkiye, ev têkoşîn têkoşîneke wisa ye ku ev gel 10 sal e bi xiret berdewam dike. Va ye ew têkoşîn îro berhemên xwe didin. Ew lîwa îro li astên bilindtir de ye."
Serokomar Erdogan di Sempozyûma Ji nû ve Tirkiyeya Mezin a ku Memûr-Sen li dar dixe, de axivî.
Erdogan got ku bila sempozyûm bi xêr be û ji ber lidarxistina sempozyûmê spasiya Serokê Giştî yê Memûr-Senê Ahmet Gundogdu û camîaya Memûr-Senê kir.
Erdogan got ku "ez silavên xwe ji ciwanên bicoş, dînamîk, bi kelecan û aşiqê dozê xwe" yên Memûr-Senê re dişînim û Akîf Înanê ku yek ji "7 mirovên baş" e û damezrînerê Memûr-Senê ye bi bîr anî.
-"Êrîşî nirxên gel bi xwe kirin"
Serokomar Erdogan diyar kir ku di 23yê nîsana 1920an de Tirkiyeya nû hat damezrandin û ji nû ve xîmên Tirkiyeya hêzdar hatin avêtîn û got ku "Mixabin ku ji ser xîmên wê heyamê li se îtifaqa ku 23yê nîsana 1920an hat bidestxistin, dîsa di pêşketina Tirkiyeyeke ji nû ve hêzdar astengî derxistin."
"Erdogan got ku êrîşê nirxên gel bi xwe kirin û wiha axivî:
"Êrîşî baweriyên me, pîrozweriyên me, pirtûkên me, mizgeftên me û banga me kirin. Êrîşî zimanê me, peyvên me, hevokên me û xezînaye me ya bi hezaran salî ya îlmê kirin. Êrîşê yekîtiya me, piştevaniya me, çanda me ya bihevrejiyanê û biratiya me kirin. Bi înkara dîrok, ecdad, çand, ziman û biratiyê bi awayekî bêrehm suîqest birin li ser lîwaya me ya ku bi darê zorê nekarîn daxînin, kirin. Va ye di demên wiha dijwar de jî lîwaya doza heq, lîwaya têkoşîna heq neket erdê, nekarîn bixin erdê."
-"Tu carî winda nebû"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku sewdaya Tirkiyeya ji nû ve mezin tu carî winda nebû û neçû û wiha axivî:
"Tirkiyeya mezin a ji nû ve, xeyala parlamenterên ku di 23yê nîsana 1920an de li Ankarayê li Meclisa Gel a Mezin de kom bûn û digel dengê topên li Polatliyê Şerê Rizgariyê bi rê ve dibirin e. Tirkiyeya ji nû ve mezin xeyala Gazî Mûstafa Kemal bû. Tirkiyeya ji nû ve mezin xeyala merhûm Adnan Menderes, merhûm Turgût Ozal, merhûm Necmettîn Erbakan bû. Mehmet Akîf jî Necîp Fazil jî Akîf Înan jî ji bo vê xeyala Tirkiyeya ji nû ve mezin jiyabûn. Şehîdên me, gaziyên me ji bo Tirkiyeya ji nû ve mezin , bi vê hêviyê bi vê kelecanê canê xwe bi kêfxweşî ji bo gel û Xwedê feda kiribûn. Ez dixwazim ku Tirkiyeya nû û Tirkiyeya ji nû ve, ev têkoşîn têkoşîneke wisa ye ku ev gel 10 sal e bi xiret berdewam dike. Va ye ew têkoşîn îro berhemên xwe didin. Ew lîwa îro li astên bilindtir de ye. "