Ziyareta Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî wek destpêka heyameke nû ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê da tê nirxandin. Beriya vê ziyaretê di sala 2010an da serokwezîrê Iraqê hatibû Tirkiyeyê. Ji wê rojê heta îro teze careke din serokwzîrê Iraqê hat.Têkiliyên ku di 4 salan da zirar ditibûn yê ji nû va bên cebirandin.
Di vê çarçoveyê da pêşniyaz dikin ku civînên Konseya Hevkariya Stratejîk a Payebilind di sala 2015an da bi pergal bên lidarxistin.
- Bi hikûmeta teze ra temas zêde bûn
Li Iraqê di serê îlonê da hikûmeta teze hat avakirin, paşê têkiliyên ku di dema Serokwezîr Nurî el-Malikî da xirab bibûn an jî hatibûn betalkirin dîsa tên danîn û avakirin. Di vê çarçoveyê da di serê meha mijdarê da Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî hatibû Tirkiyeyê û destnîşan kiribû ku têkiliyên bên nûkirin.
Piştî ziyareta Ceferî Serokwezîr Ahmet Davutoglu Iraq ziyaret kiribû û paşê jî bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ra û bi Serokwezîr Ebadî ra hevdîtin kiribû. Davutoglu di ziyareta xwe da gotibû ku divê pirsgirêkên berê bên jibîrkirin.
Ebadî jî duh hat Tirkiyeyê û di 2 mehên dawiyê da ziyaretên payebilind zêde bûn. Ev jî bûn sedema zêdebûna hêviyan.
Hîndekarê Zanîngeha Exî Evran Doç. Serhat Erkmen ji nûçegihanê AAyê ra ziyareta Ebadî nirxand û diyar kir ku ziyaretê cebirandina têkiliyan hêsan bike û wiha got: "Herdu welatan jî nikaribûn ragêşî demeke dirêj bidana dewamkirin. Lewra herdu alî jî hewcedarê hev du ne."