KARS
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya ku li Qada Komarê ya Qersê hat lidarxistin de xitabî welatiyan kir.
Erdogan got ku ew li hember kesên hewl didin ku gel parçe bikin, dabeş bikin dibêjin ku "Rabîa" û wiha axivî: "Ew kesên ku li ser vî welatî operasyonan dikin, emeliyatê difikirin dê li hember xwe me bibînin, li hember xwe Hêzên me yên Çekdar bibînin, teşkîlata me ya ewlehiyê bibînin, berî her tiştê dê li hember xwe vê gelê bibînin."
Erdogan wiha axivî: "Niha dewleteke paralel derketiye. Niha bi partiya ku rêxistina terorê ya dabeşker piştgirî didê re bûne hevkar. Li ku kî hêzdartir be, bi wan re hevkarî kirin. Ev şexs di sala 99an de reviya Amerîkayê. Niha îmamên biçûk jî direvin, yên ku li Tirkiyeyê jî ne dest bi revê kirin. Ma îmam dev ji mîhrabê berdide û direve? Îmamên van direvin. Van dixwest ku dewletê bi dest bixin. Me jî fehm nekir, em xapiyan nexwe me nedikariya ku em rabirdûya van a bi qasî 40 salî hemd ji Xwedê re ku me di kêliya dawîn de bidin sekinandin."
-"Bi şêweya Pensîlvanyayê û Qendîlê diaxive"
Erdogan muxalefet jî rexne kir û got ku "Ey Bahçelî heta tu bibî neteweperestê vê gelê dê ev gel îtibar nede te, vê yekê bizanibe. Kesê di serê muxalefeta sereke de jî tiştên manend dibêje. Çi ye, qaşo em bi dizîka dizîka arîkarî dibin tirkmenan re, ma arîkarî veşartî çêdibin? Serokê giştî yê muxalefeta sereke bi şêweya Esed, Pensîlvanya û Qendîlê diaxive."
Serokomar Erdogan got "Jixwe ev (Kemal Kiliçdaroglu) dema hat serê CHPyê jî derew kirin. Hûn dizanin Birêz Baykal ziyaret kir, rojnamevanan pirsî, 'gelo tu dê bibî namzed an na?' got ku 'ez ê nebim' Hema dotira rojê bû namzed. Bawer bikin ku em ji rastkirina derewên van kerixîn. Ev serokê giştî yê qesedan e. Hadî tu radibî û tiştên ku tu nakî dibêjî, me ew fehm kir, lê tu çima tiştên ku hatine kirin, tên kirin înkar dikî û dibêjî 'ez ê bikim' û derdikevî meydanê. Gotineke xweş a Ziya Paşa heye 'ma tu her kesê kor, alemê sersem dihesibînî."