Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got, "Heke ku AK Partî bi awayekî bihêz nebe desthelat, tu kes nikare hikûmetê ava bike. Koalîsyon jî nabe. Ev hersê şaşo paşo nikarin bên bal hev, heke werin jî nikarin pêk bînin. Ji ber vê çendê ez wisa bawer im ku AK Partiyê bi awayekî bihêz desthelatiya xwe biparêze."
Akdogan di axaftina xwe ya li taştêya li Mala Enqereyê de got ku di 7ê hezîranê de Tirkiye ber bi hilbijartineke nû diçe.
- "Ma mirov ji nasnameya xwe, ji namzedê xwe fedî dike?"
Akdogan destnîşan kir mitînga ku AK Partî di rojekê de pêk tîne partiyên din ên siyasî di deh rojan de dikin.
Akdogan bal kişand ku AK Partî gund bi gund, navçe bi navçe digere, lêbelê ji partiyên din tu kes tuneye û wiha pê de çû:
Tunene, namzedê wan tuneye. Naxwazin îdeolojiya wan a siyasî derkeve holê. Heke ku aşkera bibe dê ji ber neyîniya namzedên xwe ray wenda bikin, îdeolojî û nasnameya wan a siyasî dê wê çaxê derkeve holê. Ma mirov ji nasnameya xwe, ji namzedê xwe fedî dike, ditirse û ji bo ku ray wenda neke li para dihêle? Çima? Ji ber ku ger ew derkevin holê dê di navbeyna wan de ceyranê çêbe, di navbera van de peymaneke veşartî heye. Di navbera HDP û MHPyê de jî û di navbera CHPyê de jî heye. We qet dîtiye ku galgala hevdu dikin? Bahçelî an jî MHP ji HDPyê û Qendîlê re gotinekê dibêje? Nabêje. Halekî wiha yê hevkirineke demkî heye. Em dizanin ku li hember lîstikek heye."
Akdogan, "Heke AK Partî hikûmetê ava neke, dê çi bibe?" rapirs kir û diyar kir ku Tirkiyeyê ber bi kaosê dibin.
Yalçin Akdogan axaftina xwe wiha domand: "Li ser wendakirina Tirkiyeyê her kes ji xwe ra hesabekî dike û lîstikekê plan dike. Li hember vê wê gotina milet biçe serî. Ew nifir hene, ew nifirên dema ku dikin ji devê wan tûk dipeke, diayê milet tim kete pêşiya wan û xalib derket."