ANKARA
Cîgirê Serokwezîr û Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got "em ji bo ku dê û bav êşa zarokên xwe nekişînin, zarok sêwî neminîn, di şûna pevçûnan de biratî serdest be, yekîtiya neteweyî xurt be, şûna şer û nefret aştî û hezkirin serdest bibe, keser xilas be û kêfxweşî çêbe, şûna tirsê bila aramî hebe, şûna rondikan tebesûm çêbe dixebitin û hewl didin."
Akdogan bi 102 zarokên diyarbekirî yên bi navê "Alî Gaffar" û "Gaffar Okan" ên ku di çarçoveya Projeya Rêwitiya Dilan a Alî Gaffar Okkan de navê Midûrê Ewlehiyê yê şehîd li wan kirin re li Avahiya Nû ya Serokwezîrtiyê hat bal hev.
Akdogan kêfxweşiya xwe ya ji ber dîtina zarokan û nasîna wan anî ziman û spasiya wan kesên ku bûn wesîleyê vê hevdîtina watedar kir.
Akdogan qal kir ku ji ber karê xwe hema bêje li her herêmê biçûk û mezin bi gelek mirovan re hev dinasin û wiha axivî: "Ya rastî ev hevnasîna min a herî watedar, herî xweş û herî hêsan e. Vir 102 zarokên me hene, hemû ji Diyarbekirê ne û navê hemûyan Alî Gaffar e, ji ber wê em dikarin bibêjin ku ev hevnasîna herî kurt e. Hûn Alî Gaffar, ez Yalçin Akdogan, Okan jî hene."
Akdogan diyar kir ku Alî Gaffar Okkan û hemû polêsên ku bi wî re şehîd ketin, hemû mirovên ku wan rojên tarî de mirin bi rehmet bi bîr tînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dê û bavên we ji we re qise kirine ka Alî Gaffar Okkan kî ye. Alî Gaffar Okkan polês bû, Midûrê Ewlehiyê yê Diyarbekira ku hûn wir dijîn, bû. Hemû jiyana xwe ji bo aramî û selameta gel û ewlehiya wan xerc kir. Ew Midûrekî Ewlehiyê yê wisa bû ku heta dawiyê heqê unîformaya ku li xwe dikir, da. Ne li ber hêzên tarî serî tewand ne jî ket bin emrê rêxistinên tarî."
Yalçin Akdogan qal kir ku diyarbekirî gelekî ji Okkan hez dikin û ew qebûl kirin û ev gotin:
"Ew bi gelê Diyarbekirê re bibû yek. Ji wê zêdetir jî li Diyarbekira ku wir peywirdar bû di nav gel û dewletê de jêbawerî çêkir. Mesafeyên di navbera mirovên li herêmê û dewletê de ji holê rakir. Tiştên ku wî wek polês kirin, bi rastî jî serkeftineke mezin bû. Bi çete û hêzên tarî re şer kir, rêxistina kûr a di nav dewletê de ji herêmê paqij kir. Tiştên ku wek mirovekî jî kirin bi rastî jî mirovekî gelek xwîngerm û fedakar bû û tiştên ku wî bi berpirsyariya kamûyê dikirin rûyê dewletê yê dilovaniyê nîşan da. Wê heyamê nêrîna der barê dewletê de neyînî bû. Va ye Alî Gaffar Okkan di guherîna vê nêrînê de misyoneke gelekî girîng bi cî anî."
Akdogan destnîşan kir dema dibêjin "Alî Gaffar" qehremanî, eşqa welêt û gel, fedakarî û merhemet tê hişê mirovan û got ku ev hemû di Alî Gaffar Okkan de hebû.
Akdogan qal kir ku dê radyoya TRTyê diyarî zarokan bikin û wiha axivî: "Înşallah dê hûn her dem stranên xweşik ji vê radyoyê guhdar bikin, her dem ji vê radyoyê nûçeyên baş bibihîzin. Hûn ê guh bidin stranên biratiyê. Dema hûn vegeriyan malên xwe û we ev radyo vekir, hûnê nûçeyên Tirkiyeya ku pêş dikeve, demokratîktir dibe û aştî, hezkirin û biratî wir serdest dibe, bistînin."